• Li Stasyonên Trenê yên eyaleta Hessenê li Elmanyayê, niha ji bo nîşandane xirabbûna polêsê Elman di warê nijadperestiyê reklamek heye.

Li Stasyonên Trenê yên eyaleta Hessenê li Elmanyayê, niha ji bo nîşandane xirabbûna polêsê Elman di warê nijadperestiyê reklamek heye. Mirov pêşî Helene Fisher dibîne li ser vê reklamê. Helene Fischer stranbêj û navdareke televîzyonê ya Elman e ku ji 2005´an ve hema hema Elman hemû nas dikin. Li kêleka wê jî em nîşana “Yekemîn” dibînin. Ev nîşan ji bo berhemên ku dikevin ber kontrola kalîteyê li

Elmanyayê tê bikaranîn. 

Ev reklam li ser du piyên sereke hatiye avakirin: nijadperestî û binpêkirina mafê mehremiya daneyên şexsî.

Li jora vê reklama kampanyayê em vê hevokê dixwînin: Her 17 deqîqeyan carekê polêsek daneyên Helene Fisher ji komputera daneyan dixwîne.

Yanî bê sedem her 17 deqîqeyan carekê polês mafê mehremiya daneyên şexsî yên Helene Fisher binpê dikin.

Li jêr jî mesele wiha bi nijadperestiyê ve tê girêdan: Daneyên şexsî yên Helene Fisher tenê di şevekê de 83 caran ji aliyê polêsên Hessenê ve hatine xwendin. Ev xwendina bi rengê xirab bikaranîna erkê elaqedarî bûyerên nijadperest eşkere bûbû: Gelek mirovên ku dengê xwe li ber rastgiriyê bilind kirin, ew tişta jê re qaşo NSU 2.0 tê gotin, bi nameyan gef li wan xwar. Ji parêzer Seda Başay-Yildiz re nameyên gefxwarinê ji navnîşana wê ya malê re hatin şandin. Beriya wê ne bi gelekî, daneyên li ser wê li ser komputereke polês hatibûn xwendin.

Li ser telefona destan a memûra polês a ku ew kompûter hingê bi kar anîbû, lêpirsîneran nivîsên chatan dîtin û naveroka van chatan nijadperest bû. 6 polêsên din ên qereqola yekê ya Frankfurt/Mainê jî li gorî agahiyan di nava meseleyê hebûne.

Di xirabiyê de yekemîn in

Yanî ew yekemînî ya Polêsê Hessenê di warê “xwendina daneyên şexsî ya neqanûnî” û “çêkirina lîsteyên dijminan” de ye. Yanî di sûc û xirabiyê de Polêsê Hessenê yekemîn e. Lê bi qasî ku xuya dike, di van meseleyan de polêsên federal û polêsên eyaletên din ên Elmanyayê, tenê hindikî ji wan ne xirabtir in.   

NAVENDA NÛÇEYAN