Polês bela xwe li dê û keçê dixe

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 28 Çile 2023 - 04:51

REWŞAN DENÎZ/OBERHAUSEN

 

Li Elmanyayê krîmînalîzekirina Kurdan bi gelek awayên cihê dewam dike. Polêsên Elman ji bo krîmînalîzekirina Kurdan  li dijî Zozan Gulê heta bi doza stendina welayeta zarokên wê jî dabû destpêkirin. Piştre jî pasaport û nasnameya keça wê Solînê xwestin jê bistînin. Piştî 3 salên li dadgehan û têkoşîna hiqûqê, niha jî polêsê Oberhausenê xwest li ser wê sîxurtiyê ferz bike. 

Qereqola Polêsan a Oberhausenê 30'ê Kanûna 2022'yan bang li Zozan Gulê kir û xwest li ser wê sîxuriyê ferz bike. Beriya wê, 7'ê Kanûnê keça wê Solîn karîbû bi rêya dadgehê pasaport û nasnameya xwe ya ku polês dest danîbû ser, ji nû ve bi dest bixe. Beriya wê, polês 25'ê Mijdarê 2022'yan polês nameyek ji wê re şandiye û îdîa kiriye, ji ber ku Solîn tevlî çalakiyeke bibîranînê bûye, sûc kiriye û divê biçe qereqolê. Wan ev yek taloqî piştî roja dadgehê kir. Ew tevî keça xwe 30'ê Kanûnê diçe qereqolê û li wir şefê polêsan Nedim Congo wan dibîne. Ew li ser navê Staatschutz (Beşê Polês ê Parastina Dewletê) ji Essenê çûye Oberhausenê da ku bi wan re bipeyive.

Polês Nedim Congo elaqedarî tevlîbûna bibîranînê pirsan ji Solîn dike. Dixwaze xwe şîrîn nîşan bide û dibêje, “ji te standina pasaporta te rezalet bû”.

Pêşî xwe şîrîn kir paşê gef xwarin

Ew dixwaze xwe bi Zozan Gulê jî şîrîn bike û doza hewldana standina welayeta zarokan jî weke “karekî ne hiqûqî” bi nav dike. Dixwaze bi dê û keça wê re sohbetê bike. Lê vê jî bi gefxwarinê dike: “Heger Solîn û malbata wê bi dewletê re li hev bike, ev tişt wê careke din neqewimin.”

Piştî ku ew vê yekê red dike, polês Nedim Congo wiha dewam dike: “Ez mohletê didim malbata we û ji we li benda xeberekê me.” Piştî wê jî 3'yê Çileyê 2023'yan bi rêya e-mailê polês Nedim Congo nameyek jê re şand. 

 

Polês malbatê tacîz dike

Ji ber redkirina hevkariyê, polês 5'ê Çile nameyeke din şand û xwest ji bo amadekirina dosyayeke li dijî Solînê ew biçe û wêneyên wê bên girtin, daneyên wê bên qeydkirin. Malbatê bi rêya parêzerên xwe li ber vê rabû. Zozan Gul bi xwe ditirse ku polês bi hincetên pûç keça wê yan jî kesekî din ji malbata wê bikin nezaretê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.