• Let Her Sing 2020 wê dijîtal îsal bi rê ve biçe. Ev çar sal in li ser hev ev înîsiyatîf ji bo dengên stranbêj û muzîkjenên jin platformeke navneteweyî ava dike. Li ser vê platforma navneteweyî îsal Kurdistan jî heye.

Let Her Sing 2020 (Bihêle bila ew jin stanan bêje 2020) înîsiyatîfeke, Diaspora Art Connection e û îsal wê ji bo cara 4’an bi rê ve biçe. Ev projeya “Pîrozkirina dengên jinan” îsal bi beşdariya 7 jinên ji welatên cihê bi rê ve diçe. Hunermend ji Îran, Libnan, Viyetnam, Kurdistan (Bakurê Kurdistanê) û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ne. Dengê jinan 3’yê Kanûnê li studyoya Freight & Salvage a li bajarê DYE’yê  Berkeleyê hat qeydkirin. Ev qeydî wê bi dîmen li ser platformên dijîtal 16’ê Çileyê 2021’ê bê weşandin.

Hunermend wê li gorî tîpa navê xwe bi rêza alfabeyê derkevin ser dikê. Înîsiyatîf dibêje ew dixwaze bi vî rengî piştgiriya xwe nîşan bide bi dengên jinan ên tepisandî, sansurkirî û gef lê hatî xwarin. Pêşî Mîna Alalî, pistre bi dorê Mai Khoi, Siltana Kîvroşkan (Leila Motaei), Evîn Şah, Naima Shalhoub, Marjan Vahdat û Mahsa Vahdat derdikevin ser dikê.

Di vê projeyê de derhênerê muzîkî Erwin Khachikian e. Naima Shalhoub wê bibe rêvebera merasîman. Rêvberê hiunerî Navid Ghaem Maghami ye û rêveberê vîdeografiyê jî Mohammad Talani ye.

Gelek muzîkjen bi amûrên cihê 

Ji bo van dengên jinan orkestrayeke ji hostekaran jî hatiye amadekirin: Yahya Alkhansa (li dahol û teblikan dixe), Narges Jajarmi (li orgê dixe), Josh Mellinger (perkusyonîst e), Asaf Ophir (li amûrên pifdanê dixe), Oktay Şahin (li tembûrê dixe), Safa Shokrai (li gîtara bas dixe), û Mohammad Talani (li gîtara elektrîkê dixe).

Weqfa HAND, Navenda Lêkolînên li ser Dîasporaya Îranî li Zanîngeha Dewletê ya San Franciscoyê, Weqfa SVB û gelek rêxistinên din sponsoriya vê înîsiyatîfê dikin tevî gelek şexsiyetên weke Lily Sarrafan, Shiva Kordestani.

Mîna Alalî stranbêj û nivîskareke gotinên stranan ya ji Bakurê Kalîforniyayê ye. Ew hîna nû mezûn bûye ji Zanîngeha Muzîkê ya Berklee.  Ew niha li ser sepaneke telefonan kar dike da ku muzîkjenên li seranserê dinyayê karibin zindî hunerê xwe nîşan bidin û bên nasîn. Navê vê sepanê Busk It e. 

Mai Khoi hunermend û çalakgereke ji Viyetnamê ye. Hîna 12 salî wê gotinên stranekê nivîsîn. Sala 2010’an piştî ku xelata televîzyonê ya hunermenda salê wergirt navdar bû. Sala 2016’an ew bû namzeta parlamenê li welatê xwe ji bo ku sîstema sansurê di nava sîstemê bi xwe de reform bike. 

Weke trîoya avant-garde a muxalif Mai Khoi Chém Gió sala 2018’an albuma xwe ya bi navê “Dissent (Muxalif)” derxistin. Ew îro ji bo teşwîqkirina azadiya îfadeya hunerî li Viyetnamê pirr çalak e. Gelek caran bi ser konserên wê de tê girtin û cezayên cihê lê tên birrîn. Wê heta îro 8 album derxistine. 

Rabbit Quinn / Siltana Kîvroşkan (Leila Motaei) piyanîst, vokalîst û nivîskar li San Francisco ye. Ew dîrokbêjeke terhê rockê ye li ser piyanoyê. Dîrok, efsane û wêje di hunerê wê de di zik hev de ne. Besteyên wê nazik, tarî û romantîk in. Bavê wê ji Azerbaycanê ye, dayika wê Emerîkî. Wê gotinên strana xwe ya pêşî hîna li Baxçeyê Zarokan bû, nivîsî. Albûma wê ya pêşî  Lost Children bû. Wê di dema xwendekariya xwe ya muzîkê de derxist. Ew niha li ser xebata xwe ya dawî ya bi navê Piano Noir dixebite ku wê Çileyê 2021’ê biweşîne. 

Evîn Şah muzîkjen û aktoreke Kurd e ji gundê Mûşê, Zengokê. Ew sala 2007’an ji konservatuwara muzîkê ya Stenbolê mezûn bûye. Evîn û mêrê wê yê muzîkjen Oktay Şahin li San Francisco dimînin.

Naima Shalhoub vokalîst, bestekar û perwerdekareke Ereb-Emerîkî ya ji Libnanê ye û niha li San Francisco dimîne. Karê wê yê pirralî li ser sînorê di navbera bibîranîn, aîdiyet, azadiyê de ye. Ew di nava tevgera edaleta civakî de dengekî xurt e. Albûma wê ya pêşî Tebaxa bihurî bi navê Siphr derçû. 

Mahsa Vahdat stranbêj û muzîkjeneke navdar a Îranî ye. Ew di heman demê de parazvana azadiya îfadeya bi mûzîkê ye jî.  Wê cihê xwe di albûma Lullabies from the Axis of Evil (2004) de girt. Mahsa û Marjan pşitre bi Kirkelig Kulturverksted (KKV) a norwêcî re hevkarî kir û gelek albumên serketî derxistin. 

Marjan Vahdat stranbêj û muzîkjeneke navdar a Îranî ye. Karê wê kir ku helbest û muzîka Îranî baştir bê nasîn. Wê li Zanîngeha Kolnê muzîkolojî xwend. Ji sala 1995’an ve weke stranbêjeke serbi xwe ew hunerê xwe îcra dike. Ew jî weke Mahsa Vahdat cihê xwe di albûna Lullabies from the Axis of Evil (2004) de digire û tevî KKV’yê gelek albûmên serketî derdixe.

NAVENDA NÛÇEYAN