- Platforma Zimanê Kurdî (PZK) li Şaxa Genel Îşê ya Êlihê civîna çapemeniyê li dar xist.
Platforma Zimanê Kurdî (PZK) li Şaxa Genel Îşê ya Êlihê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, Hevserokên HDP’a Amedê Zeyat Ceylan û Gulşen Ozer, Hevserokê HDP’a Êlihê Omer Kulpu, Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê qeyûm şûna wî dagir kir, rêveberên PZK, rêveberên HDP’a Êlihê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî civînê bûn.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî diyar kir ku wan Nûnertiya Êlihê ya Platformê vekiriye û ew ê li Semsûr, Şirnex, Wan û Rihayê jî nûnertiyan vekin.
Piştî Êlihê li bajarên din jî
Şerefxan Cizîrî li ser mijarê wiha dewam kir: "Pêvajoya avakirina Platformê hat nirxandin. Cara ewilî ye ku 9 partî hatin cem hev û ketin nav avakirina vê platformê. Xebata platformê ya ku beriya bi 3 salan li Amedê hat avakirin, dewam dike. Piştî Mêrdînê, em li Êlihê jî nûnertiya xwe vedikin. Em ê vekirina nûnertiyan bidomînin. Di dorê de Semsûr, Şirnex, Wan û Riha jî hene. Em ê li van bajaran jî nûnertiyan vekin.”
Cizîrî got, armanca wan ew e ku zimanê Kurdî bi tevlîbûna partî û dezgehên siyasî li tevahiya qadên jiyanê hebe û ji bo vê yekê ew ê xebatên xwe bidomînin.
MA/ÊLIH