Platforma Gelan a Ewrûpayê
Şemî 1 Sibat 2025 - 03:30
Li seranserê Ewrûpayê rewşenbîr, çep, sosyalîst û aktîvîstên ekolojiyê wê bi şîara ‘Em înîsiyatîfê paşde bigirin’ 14-16’ê Sibatê di çarçoveya ‘Platforma Gelan a Ewropayê’ de li paytexta Avûstûrya Viyanayê bên ba hev. Bi banga Akademiya Modernîteya Demokratîk (ADM) nêzî salekê ye kar û xebatên amadekariyê, didomin. Ji zêdeyî 30 welatên Ewropayê, wê ji zêdeyî 160 rêxistin, kom, tevger, tor û komeleyan 700 delege beşdar bibin. Bi ADM’ê re jin, ciwan û rêxistinên dijberê sîstemê di nava xebatên amadekariyên de cih digirin. Platform wê di demeke ku sîstema kapîtalîst bi êrîşên xwe rêxistinkirina civakî lewaz kirî de, ji bo li dijî vê nîqaşeke stratejîk bimeşîne bi şîara ‘Em înîsiyatîfê paşde bigirin’ bê lidarxistin.
Greta Thunberg jî tevlî dibe
Wê ji Awûstûrya, Îtalya, Slovenya, Welatê Bask, Katalonya, Îrlanda, Yewnanistan, Kibris, Fransa, Îskoçya, Fînlandiya, Swîsre, Slovakya, Bosna Hersek, Romanya, Bakurê Makedonya, Portekîz, Sirbistan, Macaristan, Arnavutluk, Danîmarka, Belçîka, Swêd, Hollanda, Spanya, Îngilistan, Elmanya, Tirkiye û Kurdistanê beşdarbûn çêbibe. Qasî 3 rojan wê li 9 atolyeyan nîqaş bên kirin. Di van nîqaşan de tê armanckirin ku perspektîfek were avakirin ku li Ewropayê gel li ser esasê wê xwe rêxistin bikin. Di nava beşdaran de, her wiha wê li ser navê ‘Fridays for Future’ ku li Ewropayê têkoşîna ekolojiyê dimeşîne, wê Greta Thunberg amade be. Platforma Gelan a Ewropayê wê 14’ê Sibatê, piştî nîvro bi axaftina vekirinê û performansên çandî destpê bike. Piştre wê panela bi navê ‘Em înîsiyatîfê paşde bigirin’ bê lidarxistin. Di panelê de wê profesorê Emerîkî William I. Robinson, ji Serokatiya Weqfa Franz Fanon; Mireille Fanon, fîlozofê Îtalî-Emerîkî Silvia Federici û profesorê Îrlandayî-Meksîkayî John Holloway wê semîneran bidin.
Îlham ji Ocalan hatiye girtin
Ji berdevkên ADM’ê Alî Çîçek diyar kir ku di nava salên dawî de li seranserî Ewropayê çepgir û kesên rewşenbîr, di siyasetê de hîn zêdetir di parastinê de ne û got:“Fikrê platformê di encama nîqaşên me yên li ser esasê perspektîfa mîmarê Modernîteya Demokratîk Abdullah Ocalan a ‘Tevgera Demokrasiyê ya Kûreyî’ pêş ket. Çîçek destnîşan kir ku wan ji bo pêkanîna perspektîfa ‘Konfederalîzma Gelan a Demokratîk a Cîhanê’, bi tevgerên dijberê sîstemê re nîqaş meşandine. Ji berdevkên Network Women Weaving the Future (Tora Jin Siberojê Dihûnin) Oona Elvers ku di nava xebatên amadekariyê de cih digire, diyar kir ku wê tevlîbûneke zêde ya jinan hebe. Ew ê nîviya beşdaran jin bin û mîna xebatên vê yên amadekariyê, wê ev yek di nîqaşên ji bo platformê de jî veguhere tevkariyên girîng.
ANF/DEVRÎŞ ÇÎMEN