PKK´ê ji malbatê bêhtir ked da

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 30 Gulan 2023 - 05:09

Hasan Akdag 30´ê Gulana 1998´an di hepsa Lingen Elmanyayê, bedena xwe da bû ber agir û canê xwe ji dest dabû. Hasan Akdag ji Çermûk a Amedê bû, li wir ew sala 1977´an hatibû dinê. Sala 1996´an weke penaber ew çûbû Elmanyayê. Heta ku di şahiyeke Newrozê de PKK nas kir, di nava qirêja hişbirê de wenda bûbû. Hingê ew tevlî perwerdeyekê dibe. Ji bo PKK´ê di nameya xwe ya dawî de ew dibêje, “PKK´ê ez li jiyanê vegerandim. Beriya wê jiyana min narkotîk û sûc bûn. PKK´ê ji malbata min bêhtir ked ji bo min da. Min berê ev evîn û ev hêz na nedikir.”

Dîsa jî ew ji PKK´ê qut bûbû û di hepsê de gava ku nameya xwe ya dawî dinivîsand, şerma xwe ya ji ber vê yekê jî venedişart. Di nameya xwe de wî poşmaniya xwe îfade dikir û ji bo ku barê qutbûna ji PKK´ê ji ser xwe bavêje, ew xwe dişewitîne. Wî di hepsê de hinek benzîn peyda kiribû. Ew bi her du lingên xwe de kirin. Wî li lingên xwe jî naylon pêça. Piştî ku agir berda canê xwe, eşortmanên wî yên lastîkî bi canê wî ve şewitîn. Hêzên hewara lezgîn jî hingê zêde nelezandin: piştî bûyerê bi 40+ deqîqeyan gihiştin hicrika Hasan Akdag tê de. Wî êvarê li nexweşxaneya Hannoverê canê xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.