PKK’ê hêz û îrade da me
Pêncşem 28 Mijdar 2024 - 03:05
Piştî fermana 2014’an heya niha civaka Êzidî salvegera damezrandina PKK’ê li Şengalê bi şêwazên cûda pîroz dikin û weke cejna xwe dibînin. Ji ber gerîlayên PKK’ê wan ji qirkirinê rizgar kirin, perwerde û rêxistin kir lewma avabûna PKK’ê ji bo xwe weke rojeke hebûnê dibînin û nêz dibin. Civaka Êzidî û Erebên Şengalê, bi pêşengiya ciwanan li Geliyê Kersê 46’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin. Hevserokên Meclisa Gel ya Zorava û Tilizêrê û Endama TAJÊ vê rojê çawa dibînin, ji bo wan tê çi wateyê nirxandin. Endama TAJÊ’ê Berfê Elyas destpêkê silav û hezkirinên xwe ji Rêber Apo re şand û got:’’Şervan û gerîlayên me ku niha ji bo parastina mirovahiyê û li hember dagirkeran li ber xwe didin, vê rojê li wan pîroz dikin. Ev roj ji bo civakên bindest roja hebûnê ye. Em weke civaka Êzidî jî hebûna xwe di hebûna PKK’ê de dibînin.”
Hevserokê Meclisa Gel ya Tilezêrê Hemed Bişar jî da zanîn her civakeke bindest dikare xwe bi fikrê Rêber Apo rêxistin bike, biparêze û rêve bibe û got:“Civakên ku di dîrokê de timî bindest bûne niha li dora fikrê Rêber Apo kom bûne û dikarin bi azadî bijîn. Weke nimûne civaka me ya Êzidî di dema fermanê de kêliyên xwe yên dawiyê jiyan dikir, şagirtên Rêber Apo ji çiyayan hatin û me ji mirinê rizgar kirin. Ev yek bi saya Rêbertiya me û PKK’ê pêkhat. Ev partî berjewendiyên gel esas digire. Em jî weke Êzidî li dora vê partiyê kom bûne. Em li Şengalê li ser vî fikrî têkoşînê dikin.”
Hevserokê Meclisa Zorava Xidir Şengalî jî got:“Bi saya PKK’ê em ji tunebûne bûn xwedî hêz. Malbata Barzanî û hikûmeta Iraqê dest ji gelê me berdan, PKK’ê û Rêber Apo li me xwedî derketin û em ji fermanê parastin. PKK’ê ne tenê em ji fermanekê parastin herwiha fikir da me ku em karibin bibin xwedî hêz û îrade. YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzdîxanê ku niha parastina pêkhateyên Şengalê dike, bi saya PKK’ê û xwedî derketina wan ya li Şengalê hatine avakirin. Ev hêz bûne hêvî ji bo gelê me û em piştrastin li himber hemû êrîşan wê hêzên me liber xwe bidin. Ji ber ku ev hêz ji zarokên me hatine avakirin.”
ROJNEWS/ŞENGAL