PKK’ê gelê Kurd jinûve zindî kir
Pêncşem 28 Mijdar 2024 - 03:00
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 46. salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyek belav kir û wiha got:“Bi navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) em salvegera 46’an ya damezrandina PKK’ê, ji Şengala rizgarkirî û aram bi rihê jin, jiyan, azadî li mîmarê vê tevgera mirovahiyê, li Rêber Apo pîroz dikin. Li gerîlayên azadiyê yên di dema fermanê de bi hewara civaka me de hatin, li gelê welatparêz û berxwedêr, li civaka Êzidî û tevahî mirovahiyê pîroz dikin. Em ji şehîdê destpêkê Hakî Karar heta Asya û Rojgeran tevahî şehîdên şoreşê bi hûrmet û rêzdarî bi bîrtînin. Rêber Apo bi avakirina PKK’ê re jiyaneke nû, hêvî, armanc û cîhaneke azad pêşkêşî mirovahî û jinan kir. Pergala kapîtalîst ku îro veguheriye makîneyekî hêrandina civakê pêkhînerê qirkirina jinê, di ferqa hêza Rêber Apo û tevgera ava kirî de ye. Ji vê tirsê li dijî Rêber Apo komployekî navnetewî pêk anîn. Li hemberî komploya mezin ku di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî jin, civak û mirovahiyê pêk anîn, gelên PKK bûyî bi rihê paradîgma Rêber Apo 26 sale tekoşînekî dîrokî û bi heybet dimeşînin. Rihê PKK’ê yê berxwedêr beriya niha bi deh salan, li hemberî xeta xiyanetê ya PDK’ê li Êzidxana pîroz li ber fermana 03-08-2014 an sekinî. Ji bo parastina jin, zarok, îxtiyar, cihên meyî pîroz, çiyayê Şengalê û tevahî civaka me bi sedan şehîd dan. Bi pêşengiya fermandar Medya Egîd, Egîd Civyan, Dilşêr, Nûjyan û Mam Zekîyan gerîlayên azadiya Kurdistanê bi cewher û rihê PKK’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedanekî bêhempa pêşxistin. Ev deh sale em wekî jin û civaka Êzidî bi saya van şehîdan xwe bi rêxistin dikin, têdikoşin, li ber xwe didin û xwe diparêzin. Emê tû carî ked, fedekarî, heskirin, hêvî û baweriya vê partiyê di dilê me de çandî ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin. Li ser vî esasî em dibêjin; heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk werê emê bi hemû hêza xwe, ked bidin û tekoşînê bimeşînin.”
Bi PKK’ê re jin bû xwedî îrade
Di derbarê giringiya damezrandina PKK’ê ya ji bo gelê Kurd û gelên bindest de, jinên Binarê Qendîlê jî nêrînên xwe anîn ser ziman. Jina bi navê Edîbe Elî diyarkir ku PKK xwediyê dîrokek dûr û dirêj di têkoşîna jinan de heye û got:“Jinan karîne pêşengtiyê ji vê rêxistinê re bikin. Ji bo wê ta niha ber bi pêş de diçe. Damezrandina PKK’ê ya bi fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo gelê Kurd û gelên bindest xwedî wateyek mezin û giringe da ku şiyar bibin û rizgar bibin. Ji bo jinek azad, berxwedêr û pêşketî pêwîstî bi têkoşîn û xebatê heye. Bi damezrandina PKK’ê, fikir û felsefeya Rêber Apo jin li Rojavayê Kurdistanê bûne xwedî biryar û îrade. Jin bi serbixweyî dijîn û xwe bipêş dixin. Me hemûyan dît çawan jinan li Şengal û Rojava berxwedan kirin û pêşengtî ji gelê xwere dikin. Her wiha li çiyayên Kurdistanê jî jin pêşengtiyê ji şoreşa ‘jin jiyan azadî’ re dikin.” Jina bi navê Sarya Çiya jî got:“Damezrandina PKK’ê wisan kir ku Kurdistan xwe nû bike, fikir û felsefeya Rêber Apo wisan kir ku ciwan xwe pêşbixin û bindest nemînin. Damezrandina PKK’ê wisan kir ku gelê Kurd daxwaza mafên xwe bikin û bikarin li ser lingên xwe rawestin. Hewldan û têkoşîna Rêber Apo wisan kir ku êdî gelên bindest bikarin li ser lingên xwe rawestin. Ji bo wê daxwaz ji ciwanan û gelê Kurdistanê dikim pirtûkên Rêber Ocalan bixwînin da ku çavên wan vebin û azad bibin.”
NAVENDA NÛÇEYAN