- Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê ji hikûmeta nû ya koalîsyonê ya Elmanyayê xwest ku "Di mijara Kurdan de rûpelekî nû veke" û rakirina biryara qedexekirina PKK´ê weke destpêkekê pêşniyaz kir.
Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê elaqedarî betalkirina qedexekirina PKK´ê û guhertina siyaseta Kurd e dewleta Elman, bang li hikûmeta nû ya Elman kir. PKK´ê bi bîr xist ku dawiya sala 2021´ê serdema Angela Merkelê ya 16 salan bi dawî bûye û wiha dewam kir: “Li Elmanyayê hikûmeteke nû a koalîsyonê ya Partiya Sosyal Demokrat (SPD), Partiya Keskan û Partiya Demokrat a Azad (FDP) hate avakirin.
Hikûmeta nû ragihand ku di polîtîkaya derve de wê nêzîkatiyeke ‘li ser bingehê nirxan' a ji demokrasî, serweriya hiqûqê û mafên mirovan re bi hurmet ji xwe re bike esas.”
Piştî vê PKK ´ê bi bîr xist ku hikûmetên beriya niha bi siyasetên xwe û qedexeya PKK´ê ji ber zilma li Kurdên li dîasporayê jî kiriye ku jiyana hevpar û aştiya civakî ya Elmanyayê tengav bibe. PKK dibêje, pêwîstî bi helwêsteke nû heye û got, “Ji bo me tevgerê, dostanî û piştevaniya gelan gelekî girîng e. PKK ji dema damezrandinê û vir ve bûye tevgerek ku piştgiriyê dide jiyana bi hev re û biratiya gelan.
Serokê me Birêz Abdullah Ocalan di 21'ê Adara 2013'an de li pêşberî tevahiya çapemeniya cîhanê û bi milyonan Kurdistaniyan got, 'Têkoşîna me ne li dijî nijad, ol, mezheb an jî komekê ye, têkoşîneke me li dijî wan nabe jî. Têkoşîna me li dijî bindestî, nediyarî, neheqî, paşdehiştinê, li dijî her cûre zilm û bindestiyê ye'.
Vê nêzîkatiya teorîk, li Bakurê Kurdistanê encamên welê bi xwe re anîn ku projeya Tifaq-Platforma Demokrasiyê, lihevkombûna bi avaniyên siyasî ji bo jiyaneke hevpar a demokratîk a li cihêrengiyan, her wiha bi Şoreşa Rojava re jî komên etnîkî, olî û mezhebî, komên cuda yên civakî bêyî ku şerê hev bikin û xwe ji hev vegirin, jiyaneke bi hev re biafirînin. Ji ber ku xwe gihand ferasetke nû ya neteweyî karîbû vê yekê pêk bîne. Neteweya demokratîk berevajî nêzîkatiya netewe dewletê, zimanekî hevpar û etnîsîteyê naxe navenda xwe.
Civakeke hevpar e ku ji aliyê civak û kesayetên azad ve bi îradeya xwe ava kirine. Hêzeke qirker a mîna DAIŞ'ê bi berxwedana gelan a ku di bin sîwana neteweya demokratîk de civiyan, hate têkbirin.”
PKK li dijî qirkirinê şer dike
PKK´ê di dewamê de îşaret bi rêza xwe ya ji baweriyan re anî ziman: “Em tevgereke sekuler in, bi rengekî wekhev nezî baweriyan dibin, ji bo etnîsîte û baweriyên di bin zextê de, ji bo parastina wan em di nava hewldaneke mezin de ne. Sala 2014'an li Şengalê dema ku qirkirineke mezin li dijî Kurdên Êzîdî hate kirin, têkoşîna herî mezin a li dijî qirkirinê, tevgera me meşand.”
PKK´ê îşaret bi hewldanên dewleta Tirk ên qirkirina Kurdan jî kir û got, “Em tevgera azadiyê ya gelên li cografya Kurdistanê ne. Têkoşîna me li dijî wan hêzan e ku welatê me dagir kirine û ev têkoşîn tenê li welatê me, li herêma me tê meşandin. Ti polîtîkayeke me nîne û nabe ku em vê têkoşîna xwe bibin welatekî din, yan jî Ewrûpayê.
Li şûna xeteke têkoşînê ya herêmî ku guhertina sînorên heyî dike esas, em daxwaza xweseriya demokratîk ji bo gelê xwe û demokrasiyê ji bo welatê serwer dixwazin. Bi têkiliya bi hêzên demokrasiyê yên li Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê re, bi xeta ku çareseriya pirsgirêka Kurd ji xwe re dike esas, têkoşîna me gihîştiye vê astê.”
Li Elmanyayê çalakiyên demokratîk
PKK´ê ji bo Kurdên li Ewrûpayê jî got, “Kurdên li Ewrûpayê, ew beşên civakê ne ku ji ber zilma li Kurdistanê û zextên dewleta Tirk reviyane. Ji bo bala raya giştî ya cîhanê bikişînin ser zext û zilma li Kurdistanê çalakiyan li dar dixin. Armanca me ya bingehîn e ku ev civîn, konferans, çalakî li gorî vê armancê li ser zemînê demokratîk bêne lidarxistin. Em naxwazin û qebûl nakin ku kesek şidetê bike, yan jî rêyên neqanûnî bi kar bîne.”
Hincetên Elmanyayê ji holê rabûne
PKK´ê bal bire ser hincetên qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê di 26'ê Mijdara 1993'an de û got, “Ev siyaseta qedexeyê heta gihîştiye qedexekirina al, flama, reng, nav û dirûşman. Êrişên li ser saziyên çapemenî, weşan û çandê, desteserkirina arşîv, berhemên çandî û mîrateyê di çarçoveya vê qedexeyê de têne kirin. Dewleta Elman bi binpêkirina mafên bingehîn ên destûra xwe, bi zordariya li ser hiqûqê vê qedexeyê dewam dike. Dema mijar Kurd in, li şûna biryardariya dewleta demokratîk, dewleta polês û îstîxbaratê dikeve dewrê.
Hincetên ku ji bo qedexeyê hatine destnîşankirin di cih de nînin û di nava pêvajoya derbasbûyî de bi temamî ji holê rabûne. Guhertinên paradîgmayî, nîşaneya pratîkî ya vê yekê ku di nava sih salên dawî de nîşan didin ku gotina qedexeyê ya li Elmanyayê divê ji holê bê rakirin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî ya nû, wê derfetê biafirîne ku Elmanya bi civaka Kurd re têkiliyeke bêhtir bi pîvan diyar bike û li Rojhilata Navîn li cografyayeke berfireh belav bibe.”
Nebin asteng bibin tevkar
PKK´ê bi bîr xist ku Elmanyayê di parçekirina Kurdistanê de xwedî rol bûye, û hizra xwe li ser têkiliyên Elmanyayê bi Tirkiyeyê re wiha îfade kirin: “Em bawer dikin ku têkiliyên Elman-Tirk divê nebin bingehek ji bo jiholêrakirina mafên bingehîn ên gelê Kurd, divê ev têkiliya dîrokî hem bi kêrî Elmanyayê, hem Kurdan hem jî Tirkan bê û bi rengekî çêker û çareserker bê meşandin. Em li bendê ne ku Elmanya tevkariyê li bidawîkirina şer, pêkanîna çareseriya aştiyane û demokratîkbûna Tirkiyeyê bike.”
Di dewamê de jî PKK´ê bal bire ser rol û tesîrên qedexe û lîsteyên terorê: “Siyaseta qedexeyê ya li Elmanyayê û piştre jî bicihkirina li 'Lîsteya Terorê' ya welatên Yekîtiya Ewrûpayê, astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê ye. Heger Elmanya 'Siyaseta qedexekirinê' ji holê rake, siyaseteke xweser a li ser çareserî û aştiyê bişopîne, wê bibe welatekî demokratîktir û bibandortir. Em hêvîdarim ku ev pêvajo xizmetê ji wê yekê re bike ku siyaseta qedexeyê ji holê bê rakirin û siyaseteke xweser têkildarî Kurdan bê meşandin.”
PKK ji diyalogê re amade ye
Di dawiyê de PKK´ê îşaret bi peymana koalîsyonê ya hikûmeta nû ya Elman kir û got, “Heger hikûmeta nû dixwaze bi rastî bikeve nava guhertinekê, girîng e ku gavan bi wêrekî biavêje. Divê li ser mijara Kurdan rûpelekî nû veke. Bidawîkirina biryara qedexeyê ya ku zerarê dide Kurdan û Elmanyayê, wê bibe gaveke girîng a destpêkê. Bi vî rengî dema ku Elmanya di çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de bû xwedî rol û mîsyon, ev ê Elmanyayê bêhtir nêzî Tirkiye û Kurdan bike, li Rojhilata Navîn jî wê xizmeteke mezin ji aştî û aramiyê re bike.
Heger hikûmeta nû di vê mijarê de gavê biavêje, wê tevkariyeke girîng li demokrasî û aramiya Ewrûpayê bike.
Tevgera me bi her awayî ji diyalogê re amade ye, ku berpirsyariyên xwe yên di vê mijarê de bi cih bîne."
BEHDÎNAN