PKK şerê dagirkerî û xiyanetê dike

Pêncşem 1 Tebax 2024 - 03:05

  • Cemîl Bayik diyar kir ku dewleta Tirk bi piştgiriya PDK’ê li Başûr dest bi dagirkeriyê kiriye û got: Eger alîkariya PDK’ê neba wê Tirkiye gavek jî neavêtiba Başûr. Di nava PKK û PDK’ê de şer nîne. Di nava PKK û dagirkerî û xiyanetê de şerek heye.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik tevlî bernameya taybet a Stêrk Tv bû û derbarê mijarên di rojevê de ne nirxandinên girîng kir. Bayik anî ziman ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan gihiştiye asta êşkenceyê û got:“Heqîqeta Rêber Apo heye. Rêber Apo gelek girîngî dide felsefe û zanistê. Xwedî li nirxên mirovahiyê derdikeve. Xwedî li her tiştê ku di dîrokê de xizmeta mirovahiyê kiriye, derdikeve. Li ser vî bingehî paradîgmayek pêş xist. Yên vê paradîgmayê dixwînin, xwedî li Rêber Apo û paradîgmayê derdikevin. Hîn zêdetir rewşenbîr, nivîskar, hunermend, siyasetmedar û mirovên zanyar xwedî li paradîgmayê derdikevin. Me ji bo Rêber Apo pêngaveke navneteweyî pêş xist. Kesên xwedî li mirovahî, demokrasî û azadiyê derdikevin, di vê pêngavê de cih digirin û daxuyaniyê didin. Dibêjin, ‘Hûn nikarin mirovekî wiha di zindanê de bigirin.’ Herî dawî 69 Xelatgirên Nobelê daxuyanî dan, name nivîsandin. Di nameyên xwe de; bi rengekî berfirehî nivîsandine ku çawa xwedî li Rêber Apo, çawa xwedî li têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd derketine. Ji ber vê yekê ji CPT, Konseya Ewropa û gelek saziyên navneteweyî re name şandin û bang kirin. Bangên pir xurt kirin. Mîna we jî gotî, Senatorê Fransî ji Wezareta Edaletê ya Tirk re nameyek nivîsand û got ku ew dixwaze bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.

Dîsa yek ji parêzerên destpêkê yên Rêber Apo, Ercan Kanar; got ku qanûnên ku li hemberî Rêber Apo hatine pêşxistin êdî di pratîkê de hukmekî wê nîne. Bi vê wesîleyê ez silav û hurmetên xwe ji kesên berê daxuyanî dayîne, 69 Xelatgirên Nobelê, Senatorê Fransî û Ercan Kanar re dişînim. Evane wijdana mirovahiyê ne û nûneriya mirovahiyê dikin. Sedemê ku evqas xurt xwedî li Rêber Apo û têkoşîna azadî û demokrasiyê derdikevin; ew e ku heqîqetê di paradîgmaya Rêber Apo de dibînin. Ji ber ku Rêber Apo weke tê zanîn fîlozofok e. Pirsgirêka mirovahiyê û xwezayê çiye li ser disekine, dixwaze van pirsgirêkan çareser bike. Ev siyaseta ku li hemberî Rêber Apo tê meşandin, li cîhanê li hemberî ti siyasetmedarek din nehatiye meşandin. Tolê ji Rêber Apo distînin. Dibêjin, çima te Kurd hişyar kirin, bi zane kirin, rêxistin kir, rakir ser piyan, Kurd çima ji bo jiyana xwe têdikoşin, me wê Kurd tune kiriban. Ji ber vê yekê Rêber Apo sûcdar dibînin û dixwazin tolê bistînin. 

Cemîl Bayik derbarê helwesta CPT û saziyên Ewrûpayê de jî ev nirxandin kirin:’’Dewleta Tirk dewleteke endamê NATO’yê ye. Komploya Navneteweyî jî ji aliyê NATO’yê ve hate pêşxistin. Li ser navê NATO’yê hin dewletan pêşengî ji vê yekê re kirin. CPT jî saziyeke Konseya Ewropayê ye. Ewropa jî li NATO’yê ye. CPT li dijî hin dewletan weke ‘erkdarê parastina mafên mirovan’ tê pênasekirin, lê belê dema em li CPT’ê temaşe dikin bi temamî xwedî li dewleta Tirk derdikeve. Ji ber ku CPT xizmetê ji dewletan re dike. 

Divê xiyaneta PDK’ê bê vegotin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik derbarê şerê li Kurdistanê heye û têkoşîna gerîla de jî wiha got:’’Dewleta Tirk niha Başûr dagir dike. Bi piştgiriya malbata Barzanî dewleta Tirk kete Başûr. Niha ji Bafutayê bigirin heta Şêladizê li rêyan asfalt çêdikin. Li wan hemû bajaran bi cih bûn. Bi piştgiriya malbata Barzanî li çiyayan bi cih dibin. Bê navber qala statuyê dikin. Malbata Barzanî ev statu ji holê rakir. Bi salane şer li dijî PKK’ê û gelê Kurd dimeşînin. Malbata Barzanî jî, çapemeniya wê jî bi temamî teqlîda Tirkiyeyê dikin. Dewleta Tirk niha şerê taybet û psîkolojîk aniye Başûr. Herî dawî gotin sûkên Kerkûk û Hewlêrê, PKK’ê şewitandin. Tenê derew nakin, hin ji wan bi pereyên pir mezin difiroşin. Têkildarî vê yekê jî me hin tişt bihîstine. Mesela; îstixbaratên li Mûsil, Kerkûk û Şengalê bi temamî di bin kontrola Parastin-MÎT’ê de ne. Ewane çi bêjin, Parastin-MÎT jî rapor dikin. Di hemû raporan de ev heye; em ê çawa PKK’ê ji bo Iraqê weke xeteriyeke mezin nîşan bidin. Dixwazin Iraqê jî li dijî PKK’ê bixin nav liv û tevgerê. Hetta ji bo ku YNK’ê jî bi vî rengî bixin nav liv û tevgerê, derewan dikin, zextê çêdikin û pere belav dikin. Dema em li çapemeniya Tirk û ya Barzanî dinêrin, bi temamî şerekî taybet û psîkolojîk dimeşînin. Mejiyê mirovan tevilhev dikin, çi raste, çi şaşe ti kes fêm nake. Gelê me, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, siyasetmedar, jin, kal, ciwan, zarok û hemû civaka Kurdistanê divê rastiya malbata Barzanî baş fêm bikin. Em li dîroka wan binêrin; her tim bi dewletên dagirker re bûne yek û êrîşî Kurdan kirine. Divê rewşenbîr, hunermend û siyasetmedarên Kurd behsa vê xiyanetê bikin. Wezîfeya her welatparêzî ew e ku li ser xeta welatparêziyê li dijî xiyanetê bisekine. Wisa nikarin temaşe bikin, nikarin bêjin di navbera hêzên Kurd de, di navbera PKK û PDK’ê de şer heye. Di navbera PKK û PDK’ê de şer nîne. Di navbera PKK û dagirkeran û xiyanetkaran de şer heye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.