PKK rêxistineke mirovî ye

Pêncşem 20 Cotmeh 2022 - 04:58

Serokeşîrên Şengalê di serdana ji bo piştgiriya Asayîşa Êzîdxanê de bal bire ser berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê û got, “PKK rêxistinekî herî zêde mirovî ye û xwe digihîne her civaka zilm û zorê lê dibe.” 

Dewleta Tirk a dagirker li hemberî Herêmên Parastina Medyayê êrişên xwe bi çekên kîmyewî gihandiye asta herî jor. Li gel vê yekê, li Şengalê jî êrişên xwe didomîne. Doh li ser rêya taxa Heyil Şuheda ya Şengalê di nav malan de wesayîtek bombebarkirî bi hêzên Asayîşa Êzîdxanê ve hat teqandin. Di encama Teqînê de 2 jê endamên Asayîşa Êzîdxanê û 2 welatiyên ku nêzî cihê bûyerê bûn, birîndar bûn.

Ji bo piştgiriya Asayîşa Êzîdxanê Heyeta Eşayîrî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê doh çû serdana Navenda Asayîşa Êzîdxanê û piştgiriya xwe ragihand. Li ser navê Heyeta Eşayîrî, ji serokeşîrên Feqîran, Nayif Şemo daxuyaniyek da û bal bire ser berxwedana gerîla li Herêmên Parastina Medyayê ya li dijî çekên kîmyewî û got, heta îro wan rêxistineke ji PKK mirovîtir nedîtiye.

 

Iraq jî berpirsiyar e

Naîf Şemo wiha axivî; “Her dibêjin hincet PKK ye. Heger me jî bi PKK ve girê didin ne mesele ye. Ma hûn bûn sedem ku PKK bê vir. Vêcar hûn dibêjin, PKK di nav lîsta reş de ye, divê bê tinekirin. Em berevajî vê yekê difikirin û dizanin ku ji dîrokê heta îro, rêxistineke ji PKK zêdetir mirovî nîne li ser rûyê erdê. Çima PKK? Ji ber ku li ku derê zilm û zor hebe, xwe digihîne wir û insanan diparêze, li dijî zilmê alîkariyê dide. Herî dawî cardin agahî hatin ku çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar anîne û 17 gerîlayên din bi çekên kîmyewî şehîd xistine. Kî wê hesab bipirse ji vê hovîtiyê. Em ji bo malbatên gerîlayên şehîd sersaxiyê dixwazin, dibêjin bila cihên şehîdan beheşt be. Ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Em ji bo hevalên xwe yên asayîşê ku di êrişê de birîndar bûn jî şîfa xêrê dixwazin.

Civaka me bi xwe xwest ev hêza parastinê ava bibe. Madem hikûmeta Iraqê dibêje erkê me parastina Iraqê ye, çima nakin. Em wan jî şermezar dikin û dibêjin, destê we jî di vê êrişa qirêj de heye. Ji ber ku hûn dixwazin Şengal ji Êzidiyan vala bibe, koçber bibin. Em vêna ti demê qebûl nakin. Heger wesayîtên bombebarkirî tînin Şengalê û dihêlin biteqînin, ev yek sûcê artêşa Iraqê ye.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.