PKK partiya gelê cîhanê ye
Sêşem 26 Mijdar 2024 - 03:15
- Li seranserî Ewrûpayê bi beşdarbûna hezaran kesî, salvegera 46’an a PKK’ê bi heybet hate pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de ev peyam hate dayîn: PKK partiya gelên cîhanê ye. Rêber APO sedema me ya berxwedan û têkoşînê ye.
Li gelek navendên Ewrûpayê bi beşdariya hezaran kesî, salvegera 46’an a PKK’ê bi heybet û coşeke mezin hate pîroz kirin.
SWÎSRE
46’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi beşdariya bi hezaran Kurd û dostên wan li bajarê Luzern ê Swîsreyê hat pîrozkirin. Salona Sporê ya Messe ya ku çalakî lê hat lidarxistin, bi posterên Rêber Apo, kadroyên pêşeng ên PKK'ê û kesên di têkoşîna şoreşgerî de şehîd bûne û alên PKK û KCK'ê hat xemilandin. Kurd û dostên wan ên ku ji hemû bajarên Swîsreyê hatin salon tije kirin, tevahiya rojê bi yek dengî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî PKK" berz kirin û daxwaza statuya Kurdistanê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Hevserokên CDK-Swîsre Cemal Ozdemîr û Dîlan Çetînkaya axaftina vekirinê kirin. Hevserokan diyar kirin ku têkoşîna azadiyê ya 46 salan êdî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên cîhanê veguheriye hêviyê. Piştre endama TJK-E’yê Şukran Sîncar axivî jî got:“Divê her kes bizane, em jin Rêber Apo azad bikin. Rêber Apo sedema me ya berxwedan û têkoşînê ye."
Siyasetmedar Fuat Kav jî got:“PKK weke ku Rêber Apo gotiye dîrok e. Dîroka Kurdistanê û cîhanê ye. Rêber Apo bi paradîgmaya nû ya ku li Îmraliyê derxistiye holê xwe gihand gelên herî dûr ên cîhanê. Êdî beşên cuda yên civakê li ser paradîgmaya Rêber Apo nîqaşan dikin û vê paradîgmayê ji bo avakirina cîhaneke nû weke hêvî û îlhamê dibînin." Piştî axaftinan pîrozbahî bi stranên Koroya Jinên Baselê, Baran Bazîd, Koma Rojhilat, Meral Alkan, Kawa Urmiye, Rotînda, Awazê Mîtra û gerandina govendê heta saetên dereng berdewam kir.
ELMANYA
46’emîn salvegera PKK’ê li bajarê Elmanyayê Bergisch Gladbachê li salona 2000 bi şahiyekê hat pîrozkirin. Şahî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û Hevserokê KCDK-E Engîn Sever û Endama TJK-E Kezban Doganê axaftin kirin. Engîn Sever got:“Me silava Rêber Apo wergirt. Li Kolnê bi sed hezaran kesan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo qêrîya.” Kezban Dogan got:“Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê birêvebirin dê mezin û berdewam bibe.” Piştre hubermendên TEV-ÇAND’ê Hozan Şemdîn, Peyman Arjîn, Zozan Zûdem û Koma Govendê derketin ser dikê.
Gekek Kurdistanî beşdarî şahiya li bajarê Bielefeldê bûn. Şahî bi rêzgirtina ji bo bîranînên Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Bielefeldê Sîbel Yaylagul got:“Rêbertî bi paradîgmaya azadiyê gotiye ‘xilaskirina jinê xilaskirina civakê ye’ û bi vî awayî pirsgirêka jinan daye pêşiya xwe. Em jî soz didin ku em ê bi hêz, bawerî û tecrubeya zehmet a ku em ji dîroka vê têkoşînê digirin, têkoşîna xwe bigihînin serkeftinê û em ê paradîgmaya ekolojîk û li ser esasê azadiya jinan ava bikin û binecihtir bikin.”
Pero Dundar li ser navê TJK-E’yê got:“Yê ku PKK afirandî Rêber Apo ye. Fikrîyat û felsefeya Rêber Apo îro li hemû cîhanê belav bûye û bûye çîroka gelan, çîroka jinan û çîroka zarokan.” Girseyê bi stranên hunermend Stranbêj Berbang Hilat, Rêber Serhad û Hozan Amed govend gerand.
46’emîn salvegera PKK'ê li bajarê Marbug hat pîrozkirin. NAV-DEM a Giessenê bi boneya 46’emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi beşdariya sedan Kurdistanî pîrozbahî li dar xist. Salona pîrozbahiyê bi wêneyên Rêber Apo û kesên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne hatin hat xemilandin û bi pankartên hatin daliqandin 46’emîn salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre Hevseroka axivî û got:“Em 46’emîn salvegera Tevgera Azadiya Kurd pîroz dikin û vîna şoreşgerî ya ku di şexsê Rêber Apo de derketiye holê silav dikin.” Di pîrozbahiyê de hunermend Bermal Çem, Govenda Esteriya Mazlûm Amara û hunermendên girêdayî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd derketin ser dikê.
Di çarçoveya pîrozbahiyên 46’emîn salvegera damezrandina PKK'ê de bi pêşengiya Meclîsa Gel, li bajarê Duisburg şahiyek hat lidarxistin. Piştî konsera muzîkê siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş got:“Em Rêberê xwe yê ku ev roj diyarî me kiriye bi rêzdarî silav dikin û şehîdên xwe bi minetdarî bi bîr tînin." Piştre hunermend Zinar Sozdar, Mûrat Yapiştiran, Seyda Perînçek û hunermendên herêmî derketin ser dikê. Pîrozbahî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin û bi tilîliyan bi dawî bû.
FRANSA
46’emîn salvegera PKK’ê li bajarê Strasburg ê Fransayê hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku ji hêla Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasburgê (DKTM-S) ve hate organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Piştî deqeyek rêzgirtinê sînevîzyona li ser damezrandina PKK'ê hatibû amadekirin hat pêşandan. Li ser navê DKTM-Strasburgê Fîkret Çelîk axivî û got:“Rêya 3’yemîn tê wateya Konfederalîzma Demokratîk. Konfederalîzma Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê me ve hatiye pêşxistin, li ser bingeha jiyana azad û wekhev a jin, ekolojîk, gel û baweriyan pêk tê. Ev paradîgma ji bo hemû gelên bindest bûye jiyana alternatîf a li dijî modernîteya kapîtalîst.” Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasburgê Roşna Çewlîg jî got:“PKK navê jiyana azad, rûmetê ye. Em li dora PKK'ê bibin xelek û jiyana azad û bi rûmet ava bikin. Banga me ji jinan re ew e ku li ser felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku Rêber Apo afirandiye xwe bi rêxistin bikin.” Hunermend Bengî Agirî, Kenan Mûnzûr, Bêrî Aktay û Sîdar Amedî derketin ser dikê û stran gotin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
46’emîn salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Marsilya bi dirûşmeya "Cejna Vejînê Pîroz Be" bi coş hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de axaftin hatin kirin û hat diyarkirin ku ji bo azadiya Rêber Apo wê têkoşîn bidome. Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan, Heyva Sor û Komeleya Çanda Kurd a Marsîlyayê jî bi vekirina standê beşdarî çalakiyê bûn. Li standên ku li salonê hatin vekirin de tiştên li ser çanda Kurdan hatin pêşandan. Pîrozbahî bi berzkirina dirûşmeyên bi coş bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN