Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Ebdulxaliq Ezawî got, belgeyek nîne ku hebûna PKK’ê li Şengalê îsbat bike. Ezawî diyarkir ku niyeta Tirkiye ya ji bo Şengalê çibe, wê bibe sedema serkêşiya metirsiya li herêmê û bi xwe re nerazîbûneke mezin bîne.

Ezawî ji televziyona ‘Bexdalîwim’ re axivî û anî ziman ku Iraq naxwaze di rewşek neyê xwestin de derbazî nava nakokiya bi welatekî din re bibe û got; “Iraq ji bo çareseriya pirsgirêkan rêyên dîplomasî û diyalogan bikartîne. Lê divê welatên derve jî bizanin, Iraq dev ji maf û serweriya xwe bernade.”

Ezawî balkêşa ser gefên dewleta Tirk yên li ser Şengalê û got; “Hatina leşkerên Tirk ya nav Şengalê bi çi hêcetek be, wê bibe serkêşiyek metirsîdar û nerazîbunên mezin bi xwe re bîne. Wê ev yek ne tenê ji bo Iraqê metirsîdar be, ji bo hemû herêmê.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ