PKK jiyana azad misoger dike

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 27 Mijdar 2023 - 15:27

  • Li seranserê dinyayê salvegera damezrandina PKK?ê weke Cejna Vejînê hat pîrozkirin. Peyamên pîrozbahiyan jî kurt û Kurmancî wiha bûn: Heta ku ev gelê berxwedêr hebe kes nikare PKK’ê qedexe bike. PKK gel e û gel jî li vir e.

Li Ewrûpayê, li her du serên din ên dinyayê yanî li parzemînên Awusturalya û Emerîkîayê, ji Torontoyê heta bi Sydneyê, Kurd salvegera 45´an a damezirandina PKK´ê yanî Cejna Vejînê pîroz dikin. Li gelek navendan, coşa xelkê ya ji ber cejnê darîçav bû.

Li paytexta Elmanya Berlînê bi pêşengiya Meclîsa Jinê a DEST-DAN û NAV-Berlînê (Meclîsa Azad a Kurdistanê) şahiyek bi beşdariya sedan kesî hat lidarxistin. Siyasetvan Muharrem Aral got, “Rêbertiya me tesbîta, Kurdistan mêhtingerî ye kir û bi vê tesbîtê tevger veguherî partiyê roja 27´ê Mijdarê 1978´an. Me berdêl dan, belê jiyana azad a li welatê me nêzîk e. PKK vê misoger dike”.

Li gelek bajarên Elmanyayê yê din jî pîrozbahî hebûn. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) a Duisburgê û NCDK a Dusseldorfê pîrozbahî bi hev re li Duisburgllê şahiya vejînê organêîzekirin.

Li Kolnê di şahiyê de Koma Şanoya Hêvî lîstikeke şanoyê pêşkêş kir. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Elmanyayê (KCDK-E) Engîn Sever, Siyasetmedar Hacî Çelîk û nûnerê MLKP’ê Şafak Denîz jî axivîn. Engîn Sever da zanîn ku sîstema tecrîdê ku zêdeyî 3 sal in didome, êrişa çikandina bêhna gelê Kurd e.

Li Mannheimê di şahiyê de Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd a Mannheimê Halîs Dogan got: “Di dîrokê de ti tevgera ku wiha gefên îmha û qedexeyan lê hatine xwarin, li ser piyan nemaye. Em silav û rêzên xwe ji mîmarê partiya me Rêber Apo re dişînin.”

Li bajarê Awusturyayê  jî Kurdan û dostên wan li bajarê Innsbrûckê cejna vejînê bi coş pîroz kir. Hevserokê Civaka Azad Ahmet Zîrek di şahiyê de got, “PKK’ê di şert û mercên zehmet de li ber xwe da û ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bû çavkaniya hêvî û moralê. Em salvegera damezrandina wê li Rêber Apo û gelên şoreşger pîroz dikin. Heta ku ev gelê berxwedêr hebe kes nikare PKK’ê qedexe bike. PKK gel e û gel jî li vir e.”

Li Fransayê jî ji Strasbourgê heta bi Montpellier û Marsîlyayê pîrozbahî hebûn. Li Strasbourgê hunermend Zarîfe Zerîn got, berxwedana li dijî înkar, îmha û qirkirinê bi PKK´ê bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye. Di pîrozbahiyê de wekî din Sîdar Amed, Dengbêj Roşna, Suna Alan, Deza, Hozan Kawa derketin ser dikê û stran gotin. Şahî bi govend û dirûşmeyan bi dawî bû.

Li bajarê Montpellierê jê endamên Meclîsa Navenda Kurd a Demokratîk a Montpellîerê, Kurdistanî û Fransiyên dostên Kurdan cejna vejînê pîroz kirin. Wekî din li bajarên Marsîlya û Mantes La Jolie (nêzî Parîsê) jî pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK´ê hebûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Zora polês birin û cejn pîroz kirin

Gava ku Kurdan li payexta Ingilîstanê Londonê vejîn pîroz dikir, polêsê bajêr bi ser Navenda Civaka Kurd (KCC) de girt. Bi dehan polêsan dor li navendê girt. Gava polês xwest bikeve hundirê navendê, Kurdan û dostên wan li ber xwe da. Hat zanîn ku êrişa polêsan neqanûnî bû. Berxwedana Kurdan û dostên wan bi ser ket û şahiya Cejna Vejînê li KCC´ yê bi coş dewam kir. Nivîskarê Kurd Alî Poyraz li vir got, “Dameziradina PKK´ê navdixwedaneke li dijî sîstemên dagirker û sîstema kapîtalîst e.”

LONDON

 

 

Rengên bedew ên şahiyan

Li bajarê eyaleta Hessenê ya Elmanyayê Giessenê jî bi li Hessenhalle 2´yê Cejna Vejînê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Di şahiyê de bi sedan kes amade bûn. Ji bilî axaftinên siyasî, li vir rengên çandî jî derketin pêş. Koma govendê ya jinan yek ji rengên herî xweşik ên vê şahiyê bû.

GIESSEN

 


Beriya PKK´ê hêvî nebû

Li bajarê Belçîkayê Aarschotê, salvegera damezrandina PKK'ê bi şahiyekê, bi beşdariya bi hezaran kesî hate pîrozkirin. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li ser wateya rojê, "Beriya PKK'ê li çar aliyên Kurdistanê ne hêvî, ne jî moral hebû. Dagirkeran bi her awayî serweriya xwe li ser Kurdistanê dewam dikir. Revek ji Kurdîtiyê hebû. Ji ber vê yekê em dibêjin roja vejînê.” Di şahiyê de Hozan Comerd, Hozan Diyar, Koma 4 Stêrk jî derketin ser dikê û bi stranên xwe 5 saetan coş da pîrozbahiyê.

AARSCHOT

 

 

PKK meşaleya gelê Kurd e

Li paytexta Kantona Ticino ya Swîsreyê Bellinzonayê, ciwanan bi meşekê salvegera damezirandina PKK´ê ya 45´an pîroz kir. Ciwanan bi meşale, hilgirtina wêneyên Ocalan cejna vejînê li navenda bajêr pîroz kir. Wan ew peyam da ku PKK jibo gelê kurd bûye meşale û rêya gelê Kurd a ber bi azadiyê ve ronî kiriye. Wan tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan jî rûreş kir û elaqedarî wî belavok belavkirin. Ciwan heta bi parka Via Dogana bi gotina stran û sloganan meşiyan.

BELLINZONA 

 

Li wî serê dinyayê vejîn pîroz kirin

Li bajarê Kanadayê Torontoyê, sedan kesî karwanekî maşînan çêkir. Piştî ku karwan li nava bajêr geriya, ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê deqeyekê rêz hate girtin. Li ser navê jinan û Tevgera Ciwanên Şoreşger hat gotin, têkoşîna niha ya Şervanên Azadiyê li cîhanê mînak e û divê bi tîpên zêrîn di dîrokê de were nivîsandin.

TORONTO

 


Kurdistan wê bi PKK´ê azad bibe

Salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê li serê din ê dinyayê, yanî li Awusturalyayê jî hat pîrozkirin. Li bajarê Sydneyê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) a Sydneyê hevseroka Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awustralyayê Gulfer Olan got, “Kurd û Kurdistan wê bi PKK’ê azad bibin.”
Di pîrozbahiyê de zarokên li NCDK’ê de hînî Kurdî dibin, derketin ser dikê û dîplomayên xwe wergirtin.

SYDNEY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.