• Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê bi daxuyaniyekê malavahiya beşdarên hashtaga #DelistPKKnow kir û diyar kir ku “PKK rêxistina herî rewa ya gelê Kurd e ku êdî kesek nikare vê heqîqetê înkar bike. 

Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê bi daxuyaniyekê malavahiya beşdarên hashtaga #DelistPKKnow kir û diyar kir ku “PKK rêxistina herî rewa ya gelê Kurd e ku êdî kesek nikare vê heqîqetê înkar bike. Ji bo bidawîkirina qedexekirina PKK’ê û derxistina PKK’ê ji lîsteya "rêxistinên terorê", em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 

Meclîsê got, "Bêhtirî sed hezar kesan beşdarî kampanyaya me bûn ku bi hevdemî ji zêdetirî 30 welatan me li ser tevnên civakî yên wekî Facebook, Instagram û Twitterê dabû destpêkirin".

Di dewamê de meclîsê got, "Kurd û dostên wan, tenê li ser Twitterê bi zêdeyî 221 hezar parvekirinan, ev daxwaza mafdar kir rojevê û bi vê yekê, ev daxwaz li cihanê bû TT di rêza heftan de. Gelên cîhanê û dostên Kurdan li rûyê dewleta Tirk qîriyan û wan got; PKK gel e, gel nayê qedexekirin!" 

Di dawiyê de meclîsê got, ew ê xebata xwe ya bi armanca bidawîkirina qedexekirina PKK´ê dewam bike. 

NAVENDA NÛÇEYAN