PKK'ê Mehmet Habîp Ozdaş (Rêber Amed) ê ku sala 1997'an li Xerzanê şehîd bûbû, bi bîr anî.
Komîteya Karên Şehîdan a PKK'ê daxuyaniyek da û got, "Bi hezaran jin û mêr ên leheng goreke xwe jî nîne. Li Kurdistanê rastiyeke bi vî rengî ya şehadetê heye. Heger gelê me îro di nava gelên cîhanê de kêm jî be bûye xwedî cihekî bi rûmet, bêguman ev yek bi saya bi deh hezaran hevrêyên me pêk hatiye ku li ser xeta jiyana azad a Rêber Apo bêhesab li ber xwe dan û şehîd bûn. Yek ji hevrêyên me yên ku vê rastiyê temsîl dike jî hevalê Rêber Amed e.
Heval Rêber Amed (Mehmet Habîp Ozdaş) sala 1965’an li Amedê ji dayik bû. Bi salên 1989-90’î re ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê mezin û belav bû, mirovên ji her temenî tevlî bûn. Heval Rêber jî sala 1992’an tevlî nava refên gerîla bû. Di demekê de ku Serhildanên gel û têkoşîna gerîla bi hev re dihate meşandin, hevrê Rêber Amed bû endamekî çalak ê têkoşîna azadiyê. Heta sala 1997’an li gelek deveran li dijî dewleta Tirk a faşîst têkoşiya. Sala 1997’an li Xerzanê li dijî leşkerên dijmin di şer de bi lehengî li ber xwe da û şehîd bû.
Di serî de malbata hêja ya Ozdaş bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be; em soza xwe dubare dikin ku heta dawiyê em ê xwedî derkevin li bîranînên şehîdên me yên mezin û jiyana azad, welatê azad pêk bînin ku xeyalên wan bûn.“