PKK dikare dozê veke

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 28 Mijdar 2020 - 06:22

  • Civaka Azad bi rêya onlîne li ser qedexekirina PKK'ê a li Elmanyayê 3 hefteyan pêncşeman panelek li dar xistin.

Parêzer Lukas Theune di paneleke online de têkildarî qedexekirina PKK'ê ya ku 27 sal in li Elmanyayê dewam dike, got, PKK dikare miracaetî Wezareta Edaletê bike û dest bi têkoşîna hiqûqî bike.

Qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê 27 sal li pey xwe hiştin. Saziya Civaka Azad bi rêya onlîne li ser mijarê 3 hefteyan pêncşeman panelek li dar xistin. Di panela dawî ya pêncşema bihurî de parêzer Lukas Theune, ji Meclîsa Eyaleta Schleswig-Holsteinê ku hindikahiyên li bakurê Elmanyayê lê ne, Serokê Koma Yekîtiya Hilbijêrên Başûrê Schleswigê (SSW) Lars Harms û ji Buroya Hiqûqî ya Azadî Monika Morres tevlî panelê bûn.

Li gorî hewlwêsta Tirkan zilma xwe eyar

Monîka Morres qala siyaseta krîmînalîzasyonê ya dewleta Elman a li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurdan kir û got, "Dijwariya qedexeyê li gorî nêzîkatiya dewleta Tirk a li Kurdan, kêm bû yan jî zêde bû."

Partiyên siyasî miracaet red kirin

Lars Harms jî têkildarî miracaeta wan a li Eyaleta Schleswig-Holsteinê ya ji bo betalkirina qedexeya li ser PKK’ê, agahî dan û bi bîr xist ku Cotmehê ji ber dengê partiyên li eyaletê, miracaeta wan hatiye redkirin.
Lars Harms anî ziman ku tevî vê yekê jî ji bo wan girîng bû ku mijar xistin rojevê û wiha peyivî: "Li welatekî ku rêxistina nijadperestên Tirk qedexe ye, ti bingehekî mafdar ê qedexekirina PKK'ê nîne."

PKK dikara daxwaza betalkirina qedexeyê bike

Lukas Theune jî ji bo bidawîkirina qedexeyê pêşniyazên têkoşîna hiqûqî kirin û anî ziman ku hinceta di sala 1993'an de ji bo qedexeyê hate pêşkêşkirin, kevn bûye, lewma divê PKK bi rengekî fermî li Elmanyayê û Ewrûpayê dest bi têkoşîna hiqûqî bike. Theune ku di heman demê de ji rêveberên Komeleya Parêzerên Komarê (RAV) ye, diyar kir ku PKK dikare miracaetî Wezareta Karên Hundir a Federal bike û daxwaza rakirina qedexeyê bike.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.