• Cemîl Bayik li ser salvegera 42'yan a damezirandina PKK'ê axivî û got: “PKK'ê civakeke ji hev belavkirî rakir ser piyan û ew ji bo mirovahiyê kire hêvî.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji bernameya taybet a Stêrk TV re têkilî salvegera 42'yan a damezirandina PKK'ê axivî û got; ''Têkoşîna ku bi pêşengiya Rêber Apo destpêkirî ne tenê mirina Kurdên li Bakur her wiha mirina Kurdên li parçeyan hemûyan da sekinandin. Ji Kurdan hemûyan re bû hêvî. Heke ne ji wê têkoşînê bûye statûya niha Başûr bi zor wê bi dest biketa. Helbet gelê Başûr jî têkoşiya, berdêlên mezin da lê ev statû tenê bi vê nehate bidestxistin. Heke ew statû hatibe bidestxistin ev encama têkoşîna PKK'ê ya bi salan e. Herî pir ên ku dibêjin, ''PKK li ser statûya Başûr talokeyê çêdike'', vê dizanin. Keda PKK'ê zehf e. PKK hem ji bo ku statû were bidestxistin û hem jî ji bo parastina wê zehf ked da. Ne ku PKK li ser statûyê talokeyê çêdike, yên ku vê dibêjin li ser statûya Başûr talokeyê çêdikin. Rastî ev e. Ên ku ne xwedan wijndan bin dikarin vê rastiyê nebînin. Rast e, îro heke li Rojava şoreşeke bi pêşengiya jinê hebe û ev şoreş ji bo hemû cîhanê hêvî be, ev bi têkoşîna PKK'ê ye.''

Divê Iraq demokratîk çareser bike

Bayik li dijî sewqiyeta artêşa Iraqê ya li ser Şengalê helwest nîşan da, îşaret bi peymana 9ʼê Cotmehê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de kir û got; “Meclîsa Şengalê daxuyanî da. Banga Meclîsa Şengalê di cih de ye. Divê Iraq bi îradeya hin dewletên derve tevnegere. Divê berjewendiyên xwe bike esas. Divê bi zext, şer encamê negire, ev şaş e. Ev yek xizmetê ji berjewendiyên Iraqê re nake. Jixwe pirsgirêkên kûr ên Iraqê hene, bi vî rengî pirsgirêkan girantir dikin. Ev rewş xizmetê ji Tirkiyeyê re dike. Her wiha PDK jî dixwaze tevî Tirkiyeyê zextê li Iraqê bike. Ji ber ku berjewendiyên xwe di vir de heye. Tirkiye dixwaze bi vî rengî be. Ji ber vê yekê divê Iraq pirsgirêka xwe ya bi Şengalê re bi rêyên demokratîk çareser bike. Civaka Êzîdî civakeke mezlûm e. Naxwazin careke din ferman li wan rabe. Ji ber ku kesî ew neparastin. Ne Iraqê ne jî hikumeta Başûr.

Dema ku DAÎŞ'ê êrişî Şengalê kir, civaka Êzîdî bi rengekî bêrêxistinî û bêçek radestî çeteyên DAÎŞ'ê kirin. DAÎŞ'ê komkujî kir, gelek mirov dîl girt, gelek firot û gelek jî kuşt. Civaka Êzîdî jî li dijî vê têkoşiya. Di encama vê têkoşînê de herêma xwe rizgar kirin, xwedî li xwe derdikevin. Saziyên xwe ava kirin, xwe bi xwe bi rê ve dibin. Eger dewleta Iraqê kariye careke din li Şengalê vegere ev yek bi saya vê têkoşînê bû. Ne ji vê bûya Iraq nikarîbû biçûya wê deverê. Eger Iraq karîbûye bikeve Şengalê divê spasiya civaka Êzîdî bike. Civaka Êzîdî bi têkoşînê ev derfet afirand. Niha bi zexta li ser civaka Êzîdî li gorî daxwaza hin welatan hewl didin rewşeke şer biafirînin, ev rast nîne. Civaka Êzîdî xizmeteke mezin ji wan re kir, divê Iraq vê bibîne. Divê neçin Şengalê.

Divê her kes xwedî li Êzîdiyan derkeve
Şengal çi dixwaze? Dewletê naxwazin, naxwazin qut bibin, xweseriyê dixwazin, dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin, biparêzin. Ev yek zerarê nade kesî. Ji bo Iraqê baştir e. Ji ber ku dikin ku Iraq demokratîk bibe, li nava cîhanê hurmet jê re bê nîşandan. Iraq çima vê rewşê qebûl nake, fêhm nakim. Pirsgirêk bi hêza leşkerî çareser nabe. Belê wê civaka Êzîdî zerarê bibîne, lê belê zerara herî mezin wê Iraq bibîne. Divê hesabê vê bikin. Divê civaka Êzîdî, gelê Kurd, mirovahî zext, zilm û şerekî li dijî Êzîdiyan qebûl nekin. Divê li ber vê yekê rabin. Civaka Êzîdî jî vê dixwaze. Roj roja xwedîderketina li civaka Êzîdî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN