Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Encama Meclîsa PJAK’ê Bêrîvan Hejar, Şiyar Awan û Hêja Med ên di sala 2016’an di êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûyîn, bi bîr anîn.
Meclîsa PJAK'ê bi boneya salvegera şahadeta Gulnaz Elîpor (Bêrîvan Hejar), Emra Turek (Şiyar Wan) û Ferzad Kerîmî (Hêja Med) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de li ser kesayeta Şehîd Bêrîvan Hejar tê gotin; "Heval Bêrîvan weke dayikeke şoreşger li dijî zilm û zoriya zêhniyeta desthilatdar a mêr rabû. Ji bo gihîştina azadî û ji sîstema mêrsalarî ya Îranê tolê hilîne tevlî nava referên gerîla bû."
PJAK'ê ji Şiyar Wan jî got; "Şehîd Şiyar Wan ku xelkê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bû, ji ber hezkirin û evîndariya gelê Rojhilatê Kurdistanê sînorên bi dest hatin çêkirin, şikandin û bi hesteke bilind a neteweyî û fedekarî tevlî ximzeta doza rewa ya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bû."
PJAK'ê ji bo Hêja Med jî got; "Şehîd Hêja Med hevalek ciwan û lêgerê heqîqet û azadiyê bû. Li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûbû. Di temenê zarokatî de ji neçarî koçberî Rojhilatê Kurdistanê dibe. Li bajarê Merîwanê mezin dibe. Heval Hejar di temenê zarokatiyê ve li dijî çanda bindestî û nokeriyê radiweste û bi ruhê tolstandinê tevlî nava kar û xebatên şoreşgerî dibe."
PJAK'ê di dawiyê de got, "Di kesayeta Şehîd Bêrîvan, Heval Hêja û Şiyar de, careke din hemû şehîdan bi bîr tînin. Em ê hêviyên wan bi têkoşîna li dijî faşîzmê û dagirkeriyê bi cih bînin."
NAVENDA NÛÇEYAN