Pîvanên milîtaniyê esas girtin

Şemî 2 Kanûn 2023 - 00:26

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyaniyek nivîskî da û Şoreş Ronî, Tolhildan Hîzan û Serhildan Garzan ku 23’ê Mijdara 2021’an di êrîşa hêzên artêşa Tirk a li ser Garzanê de şehîd bûn, bi bîr anî. Daxuyaniya bi vî rengî ye:’’Hevrêyên me Şoreş, Tolhildan û Serhildan di 23’ê Mijdara 2021’an de di êrîşên dijmin de li herêma Garzanê şehîd bûn. Hevrêyên me Şoreş, Tolhildan û Serhildan, milîtanên leheng ên Partiya me, zarokên hêja yên gelê me ku bi jiyan û kesayetên xwe yê têkoşer tiştên nemimkun pêk anîn û weke mîlîtanên fedakar ên demên zehmet cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girtin. Hevrêyên me yên hêja ku pîvanên milîtaniya PKK'ê kirin taybetmendiya bingehîn a kesayetiyê, di têkoşînê de meşa xwe ya bi biryar û serkeftinên bêhempa berdewam kirin. Li Garzanê bi pratîkên xwe yên fedaî derbên mezin li pergala qirker a Tirk xistin, baweriya xwe ya serkeftinê her roj bilind kirin û ji gelê me re bûn çavkaniya hêviyê.

Em hevrêyên xwe Şoreş, Tolhildan û Serhildan di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin, di serî de ji malbatên wan ên biqîmet û ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe de zindî bikin.

Hevrêyê me Şoreş li navçeya Sêlim a Qersê di malbateke welatparêz de jidayîk bû. Sala 2009’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Şoreş milîtanekî ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve bi helwesta xwe ya zelal a li ser îdeolojiya Apoyî û bi hunera xwe ya di şerê gerîla de weke mînak hate girtin, heta dawî li nirxên azadiyê xwedî derket û tevlî karwanê şehîdan bû. 

Hevrêyê me Tolhildan li navçeya Hîzanê ya Bedlîsê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Tolhildan ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji xwe re kiribû armanca sereke, mîna her şervanekî azadiyê, ji bo gihiştina vê armancê xwest roj bi roj têkoşîna xwe mezin bike. Bi têkoşîn û helwesta xwe ya milîtanî ev yek îspat kir.

Hevrêyê me Serhildan li navçeya Hîzan a Bedlîsê çavên xwe li jiyanê vekir. Sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me bi derbaskirina hevrêtiya kêm a li hember Rêbertiya me pêk tê û her kêliya xwe li ser bûyîna hevrêyekî Apoyî yê baş rawestiya."

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Şoreş Ronî (Erhan Mîngsar), li Qersê jidayîk bûye, 23’ê Mijdara 2021’an li Xerzanê şehîd bû.

Tolhildan Hîzan (Mahsûm Yilmaz), li Bedlîsê jidayîk bûye, 23’ê Mijdara 2021’an li Xerzanê şehîd bû.

Serhildan Garzan (Vedat Aydin), li Bedlîsê jidayîk bûye, 23’ê Mijdara 2021’an li Xerzanê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.