Hiqûqnas Ercan Kanar got, li Îmraliyê hiqûqa dijminatiyê bi cih tê anîn û "Pîvanên Mandela têne binpêkirin."
Li gorî nûçeya Zeynep Kuray a di ANF´ê de Kanar bal biriye ser pêvajoya afirandina Pîvanên Mandela û bi bîr xist ku sala 1955'an pîvanên standart ên Neteweyên Yekbûyî yên elaqedarî miameleya bi girtiyan re hatin diyarkirin, lê belê di nava 60 salan de piştî ku di doktrîna mirovahiyê, maf û edaletê de guhertin û pêşketinên girîng çêbûn, sala 2015'an ev pîvan hatin revîzekirin. Ev pîvanên ku hatin revîzekirin, ji bo bibîranîna Nelson Mandela yê ku 27 salan girtî hate hiştin û li dijî şert û mercên nebaş têkoşiya, weke Pîvanên Mandela hate binavkirin.
Kanar got, sala 1999'an 11 caran ew çûye serdana Ocalan, anî ziman ku ji destpêkê ve li Îmraliyê bêhiqûqî heye. Kanar got, "Her cara ku em diçûn, heta bi nava devê me jî seh dikirin. Li nava porê me dinihêrîn ka tiştek heye yan na. Kiryarên ku rûmeta mirovan dişikandin. Lê mixabin wê demê jî hêzên muxalefetê li pêşberî kirinên li Îmraliyê bêdeng man. Me ji baroyan hemûyan re ev ragihand, lê belê baro bêdeng man. Tenê Baroya Stenbolê ya bi rêveberiya Yucel Sayman kete nava hewldanan, doz vekir, lê mixabin doz hate redkirin."
Kanar destnîşan kir ku ji bo dawî li binpêkirina mafên mirovan bê anîn divê baro û saziyên mafên mirovan Pîvanên Mandela timî di rojeva civakê de bihêlin û di vê mijarê de zextê li desthilatdariyê bikin.
Kanar li ser civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê (KWKE) ya 30'ê Mijdarê ta 2'ê Kanûnê got, divê KWKE Tirkiyeyê hişyar bike.
Kanar anî ziman ku ev mijar dikare bigihêje asta derxistina Tirkiyeyê ji endametiyê, lê belê di şert û mercên heyî de ew bawer nake ku biryareke bi vî rengî bê dayin.
Kanar got, "KWDE pêşniyaz dike ku cezayê girtîgehê yê heta hetayê di navbera 8 û 14 salan de jinûve bê nirxandin. Li gorî wê biryarê, divê Tirkiyeyê cezayê li Ocalan hatiye birrîn di ber çavan re derbas bike."
STENBOL