Piştî qeyûm Kurdî geş bû

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 11 Tîrmeh 2024 - 00:20

PELŞÎN ÇETÎNKAYA-GULISTAN GULMUŞ / JINNEWS / ÊLIH

Desthilatdarî polîtîkayên xwe yên yekparêz yên li ser civakê zêde dike û polîtîka û pêkanînên ku çand û zimanê Kurd tune dike li her qadê dimeşîne. Gelê Kurd li dijî vê têkoşîna we dide, alternatîfên xwe ava dike û dibe bersiv. Yek ji van mînakan jî Navenda Çanda Bahar a li Êlihê ye. Xebatkara BKM’ê Çîçek Çelîk piştî zextên qeyûman alternatîfên li dijî asîmîlasyonê pêş xistine parve kir. Çîçekê da zanîn ku li dijî feraseta ku desthilatdariyê ava kiriye, wek alternatîf BKM vekirine û got:“Me dema qeyûman de her tiştê wan dît. Di bin navê çand û hunerê de xebat kirin. Ev bername tu eleqeya wan bi çand û hunerê tunebû. Divê em jî ji bo van bibin alternatîf. Divê em dîrok, ziman, nasname û bîra xwe nedin jibîrkirin. Têkoşîna me ya herî mezin ev e. Em li ser navê çand û muzîka Kurd xebatan dimeşînin û piştî qeyûman xebatên me zêdetir bûn. Qursên me yên saz, gîtar, keman, erbanê hene. Beriya qeyûman derfetên me kêm bûn. Piştî şaredarî hatin girtin zêde bûn. Gelek mamoste û xwendekar tên vir. Em bi qursiyeran re dema xwe derbas dibin. Armanca me ne tenê perwerde dayîne. Em dixwazin hişmendiya li hember çand û muzîka kurdî biafirînin. Eleqe gelek baş e. Ev meheke pola me ya zaorkan jî heye. Me di qadên din de jî gelek qursên nû vekirin.”

Zarok bi çanda xwe mezin dibin 

Çîçekê destnîşan kir ku qursên wan bi giranî dawiya hefteyê ne û zarokên navbera temenê 4-11’an di hewîne û ev agahî dan:’’Xebatên me li ser rîtmê ye. Em ewil rîtmê fêrî zarokan dikin. Piştre li gorî daxwazan wan kîjan entrumanî bixwazin em berê wan didin wir. Li qursê perwerde bi Kurdî tê dayîn. Armanc naskirina çand û zimane. Zarok pir jê hez dikin. Mamoste bi Kurdî bi zarokan re diaxivin û zarok jî vê hişmendiyê digirin. Gelê Kurd hesretê çand û muzîka xwe mabû. Bi taybet dema qeyûman de gel ji çanda wan hat dûrxistin. Gel ji ber vê xebatên çandî dixwestin. Em dixwazin pola folklor, wêne, şanoyê vebikin. Nava du hefteyan de wê mala dengbêjan jî bê vekirin. Ya me li ser piyan digire çand, ziman, hiş, dîrok û têkoşîna me ye. Divê em hemû xwedî li vê têkoşînê derkevin. Deriyê me ji her kesî re vekirye. Em li benda herkesê ne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.