Teswîrên balkêş ên xwezayê

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Çile 2025 - 00:12

Hunermendê Belçîqayî Antoine Roegiers ji sala 2018’an heta roja îro bi boyaxa zeytî resman çêdike û resmên wî hevdu temam dikin. Mirov dikare van resmên wî weke berdewamiya heman çîrokê binirxîne û bibîne. Ew bi van resmên xwe çîrokekê vedibêje; çîroka xwezayê û şewata li daristanan. Lê ew bi van resmên xwe behsa eletewşiyên jiyana nûjen jî dike. 

Sehneyên ku Roegiers teswîr dike weke tofan û qiyametê tînin bîra mirov. Di nav vê tofan û qiyametê de heywanên ku hewl didin bijîn jî hatine teswîr kirin. Di hin resmên wî de jî hin fîgûrên nîv insan û nîv jî heywan hatine teswîrkirin. Yanî fîgûrên melez ên balkêş.  Ev fîgûr dans û govendê digirin û çawa ku hikmê mi pêtên agir bikin tevdigerin. Her wiha li trompetan dixin ev fîgûrên bi maske. Ev yek jî dike ku kaoseke din biafire. 

Ji lewma Roegiers ji bo van fîgûran dibêje; “Ev fîgûrên hane hay ji xerabiyên dinyayê tine ne û ji hin tiştan re kor in. Ez dixwazim bi van resman dînîtiya civakan bînim ziman, li hember bêçaretiyê bêçarebûna xwe tînim ziman. Ji bo vî tiştî insanan jî tevlî çîrokên xwe dikim.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.