Hunermenda Ingilîz a bi navê Victoria Rose Richards ku bi tekstîlê re mijûl e, bi perspektîfeke ji hewa bi baxçeyên Ingilîzan daketiye û teswîrên xweşik ava kiriye. Ew bi ta û derzî van teswîrên xweşik çêdike. Wê beriya niha jî gelek xebatên bi vî rengî çêkiribû lê vê carê bi awayekî geometrîk van baxçeyan disêwirîne ango dineqişîne.
Rose Richards di sala 2018’an de gava ku qutiya neqşandinê ya diya xwe dibîne hewes dike ku bi vî karî dakeve û tiştên bi vî rengî bisêwirîne. Wê kifş kir ku ev kar aramiyê pê re çêdike. Paşê jî vî karî pêşda bir û bi awayekî sîmetrî baxçeyên Ingilîzan ên navdar ji jor ve sêwirand. Weke çavekî ku ji derve li van baxçeyan binihêre sêwirandine van berhemên xwe yên xweşik û xwezayî.
Rose Richards ji bo karên xwe dibêje; “Sîmetrî tiştekî xerîb e. Mirovan aramtir û rehttir dike. Sîmetrî dike ku serê min rehet bibe.”
LONDON