PDK’ê pêr li Hewlêrê Idrîs Mesûd ji ber ku biryara Mesrûr Barzanî rexne kiribû revandibû. Li ser nerazîbûna li dijî girtina  Idrîs Mesûd, PDK mecbûr ma ku Idrîs Mesûd berde.

Pêr Serokê dema bihurî yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar dabû ku bihayê nan were kêmkirin û 10 nan bi hezar dînarî werin firotin. Li ser vê biryarê xwediyên firoşgehan û firneyan li Hewlêrê çalakî kirin.

Di çalakiyê de xelkê Hewlêrê Idrîs Mesûd biryara li ser erzankirina nan rexne kiribû. PDK li şûna ku guh bide çalakî û rexneyan Idrîs Mela revand.

Piştî nerazîbûnên li ser revandina Idrîs Mesûd PDK bêyî dilê xwe jî be, mecbûr ma ku Idrîs Mesûd berde.

Ragihandina Malbenda Hewlêrê ya YNK’ê li ser revandina Idrîs Mesûd helwest nîşan dabû diyar kiribû:‘‘Bacdanîna li ser axaftin û nerazîbûna gel rewşeke bi tehlûke ye.‘‘

Medyaya Melbenda Hewlêrê ya YNK’ê derbarê revandinê wiha gotibû:’’Bi hezaran kes ji bo rizgarkirina Herêma Kurdistanê canê xwe feda kirine. Lê belê ev karesateke mezin e ku hemwelatî nikarin li ber hemû bacên hikûmetê ku li ser gel ferz dikin, ya dilê xwe bibêjin.‘‘

Her wiha di daxuyaniyê de hatibû xwestin ku hêzên siyasî li dijî astengkirina azadiya derbirrînê dengê xwe derxin.

NAVENDA NÛÇEYAN