Li zindana Îspartayê, gardiyenan piştî êrişa Garê hejmara li ser piyan li girtiyan ferz kirin. Gardiyanan, girtiyên ku ev pêkanîn qebûl nekirin, êşkence kirin.

Parêzer Ramazan Dalçîçek ê di 24’ê Sibatê de, bi muwekîlên xwe Yilmaz Ay, Îsmaîl Goçerî û Cengîz Akkaya yên li Girtîgeha Îspartayê dimînin re hevdîtin kiribû, binpêkirinên mafan ên girtî pê re rûbirû man, bi raya giştî re parve kirin. 

Parêzer Dalçîçek got: “Gardiyanan bi kincên girtiyan girtine û xwestine wan rakin ser piyan. Ji ber ku girtî li ber vê radibin, gardiyan li wan didin. Muwekîlê min Cengîz Akkaya, got, ‘gardiyenan di hejmara serê sibê ya 22’yê Sibatê de, ji wan re gotiye, bi şev li derve bi awayekî amadekirî li benda me bin. Nexwe em dixwazin ku em ê çawan we derxînin derve.’ Bi vî awayî gef li girtiyan xwarine. Em ê giliyê van gardiyanan bikin.”

Parêzerê her weha da zanîn ku tevî muwekîlê divê bêne berdan nayêne berdan.

MA/EDENE