Piştî 9 salan vegeriyan

Pêncşem 25 Gulan 2023 - 02:34

Xelkê Şengalê ji ber fermana sala 2014'an a ji ber xiyaneta PDK'ê, neçar mabû ku dev ji cih û warên xwe berde. Ji wan koçberan jî bi deh hezaran li wargehên Başûrê Kurdistanê bi cih bûbûn û ev 9 sal in li wan wargehan dîl tên girtin.

Hefteya bihurî, li gorî daneyên Xelkê Şengalê, zêdeyî 500 malbat vegeriyane cih û warên xwe. Ji wan gund û komalgehên ku gel pirranî tê ser milk û malên xwe, komelgeha Tilqesebe li başûrrojhilatê Şengalê ye.

3'ê malbatên ji komalgeha Tilqesep ên ku li kampa Keberto diman, vegeriyan ser malên xwe. Wan got, ew li ber dîwarê xwe bin ji milk û malê xelkê xweştir e.

 

Em li ber dîwarê xwe ne

Xêro Eliyas Garis diyar kir ku sala 2014'an ji ber fermanê ew reviyane Kampa Keberto ya Dihokê û got, “Niha ev mala ku ez hatimê jî neya min e, ya cîranê min e. Lê car din jî min got, vegera ser axa me ji me re baştir e.”

Dayika bi navê Xezal Elî jî wiha qala vegera xwe dike, “Li kampê jî weke fermanê li me hat, agir bi çadira me ket û hemû kel û pelên me şewitîn. Ew roja weke roja fermanê ji bo me zehmet bû, lê dîsa jî şikir ji Xwedê re, em sax û silamet in. Em li ber dîwarê xwe bin ji me re baştir e.”

 

Werin em Şengalê ava bikin

Dayê Xezal Elî bang li saziyên peywendîdar kir û got, “Kesên ku vedigerin bi wan re bibin alîkar, heta ku yê din jî karibin vegerin. Ji ber ku niha gelek malbat hene, xaniyên wan ketine û mirov li wan nasitirê. Yên me bi xwe jî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn şewitandin, lê dîsa î em ê ji nû ve ava bikin.”

Eliyas Garis jî bal bire ser ewlekariya Şengalê: “Niha ti tirs li ser erdê nemaye, her kes li Şengalê bi aram e û jiyana xwe ya asayî dewam dike. Em bang li xelkê di kampan de dikin, tavilê vegerin û em bi hev re Şengala xwe ava bikin.” 

ANF/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.