MEDDA ZEYNO / NÛJINHA / ŞENGAL

Hêzên ewlekariya kampa Holê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di encama hewldanên ji bo dîtina jinên Êzîdî de du jinên ciwan ên xwişkê hev in ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin û radestî malbata wan kirin. Besê Xidir Xelef Şemo û Aliya Xidir Xelef Şemo ji gundê Solax yê Şengalê ku pişt 9 salan, ji kampa Holê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin rizgarkirin behsa 9 salên xwe yê dîl girtî kirin. 

Nizanîbû Êzidî ye

Besê Xidir ku temenê wê 18 salî ye zimanê xwe jibîr kiriye, nayê bîra wê ku ew Kurd e, ji baweriya Êzîdî ye. Xwe bi navê Eyişa nas dike. Wêneyên xwe yê zaroktî dît nas nekir ku ew wêne, ew bixwe ye. Dema ku mamê xwe dît, got min ew dîtiye, lê nayê bîra min ew kiye. 

Besê Xidir bi van hevokan ku bi zor têne bîra wê behsa dema revandina wê, dayik, xwişk û birayê xwe dike:“Bi erebeyên mezin hatin. Jin û zilam û keçên ciwan ji hev cûda kirin, em li gel dayîka xwe bûn. Jin tevî zarokên wan xistin erebeyekê de. Lê zilam xistin rêzekê de, piştre min ew nema dîtin.”

Besê Xidir Xelef Şemo çîroka xwe bi tirs û şerm kurt kurt vedibeje:“Em hemû zarokên keç bûn û dayik û bavê me nebûn. Em hemû li gel hev kom kiribûn. Jinekê li me meyze dikir. Me birin Meyadîn, Hecîn û Şiefe. Li hemû cihan jî em di mêvanxanê de bûn. Herî dawî jî em li Baxozê bûn û ji wir em derbasî kampa Holê bûn.”

Bîra zarokan jî têk birine

Besê Xidir dibêje despêkê me bawer ne kir ku em Êzîdî ne û wiha behsa dîtina wê ji aliyê hêzên ewlekariya kampa Holê de dike:“Despêkê me bawer nekiribû ku em Êzîdî ne. Piştî ku çend caran hêzên ewlekariyê bangî me kirin û lêpirsîn vekirin. Piştre testên xwînê çêkirin û diyar bû ku em Êzîdî ne. Pişti kû lêpirsin çebû û ez hatim Şengalê êdî kêm kêm fêm dikim ku ez Êzîdî me.” Besê Xidir Xelef Şemo di dawiya axaftina xwe de xwesteka xwe bi vê hevokê anî ziman: “Hêviya min ew e ku hemû jinên Êzîdî ku di kampa Holê de rizgar bibin û vegerin nava kes û karên xwe.”

Êzidî êşkenceyê dibînin

Xwişka biçûk Aliya Xidir Xelef Şemo, navê wê jî guhertibûn û kiribûn Yasmîn. Aliya Xidir jî bi hevokên sade behsa zaroktiya xwe dike ku çawa lîstikek jî ji bo wê hesret bû û dibêje:’’Temenê min 14 e salî ye. Min pir bêriya birayê xwe û xwişka xwe ya din kiriye. Dixwazim ew jî xilas bibin. Piranî li wir li ser me qîr dikirin. Ne dihiştin ku em rehet bilîzin. Me dibirin dibistanê û me fêrî her tiştî dikirin. Çawa nimêj bikin û çawa quranê bixwînin.” Hêviya Aliya Xidir wekî her keçeke Êzîdî ku piştî ji destê çeteyan rizgar dibe bi dilrehetî dibêje; “Xwezî hemû jinên Êzîdî rizgar bibin û li xwediyên xwe vegerin. Ji ber ku pir keçên Êzîdî hene êşkencê dibînin, pir lêdanê dixwin û pir zehmetiyan dibînin.”