Piştî 8 sal şûnde li dêra Surp Giragos ya li taxa Sûrê careke din “Cejna Paskalya”yê hate pîrozkirin. Ji bo cejnê ayîneke hate lidarxistin û keşeyê Patrîkxaneya Ermenan ya Stenbolê Der Kevork ayînê bi rêve bir.

Di navbera salên 2015 û 2016’an de li Sûrê şerê xendekan destpê kiribû û dewleta Tirkiye qedexeya derketina kolanan ragihandibû. Di wextê şerê xendekan de dêra Surp Giragos jî zirarê dîtibû. Ji lewma Ermenan piştî 8 sal şûnde careke din li dêrê ayînekê pêk anîn û di ayînê de diayên xwe kirin û ji Încîlê çend beş xwendin. 
Piştî ayînê kadeyên Paskalyayê û her wiha hêkên rengo rengo jî hatin belavkirin.

AMED