Piştî 30 salan yekser çû Nisêbînê
Pêncşem 17 Tebax 2023 - 16:16
Girtî Mûsa Şanak, Mehmet Înal û Adnan Karakaş piştî 30 salan ji girtîgehê derketin.
Mehmet Înal, Mûsa Şanak û Adnan Karakaş ku di Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê de bûn, piştî 30 salan ji girtîgehê derketin. MATÛHAY-DER,, ANYAKAY-DER, HDP, KCD û TJA her sê girtî li ber girtîgehê bi kulîlkan pêşwazî kirin.
Mûsa Şanak di sala 1993'yan de li Stenbolê hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) a Bayrampaşayê bi îdiaya "xirakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê biriye. Şanak ku di 29 saliya xwe de hat girtin, di 59 saliya xwe de ji girtîgehê derket.
Mehmet Înal jî di 1992'yan de li Avcilara Stenbolê hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "xirakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê biriye
Adnan Karakaş jî di sala 1993'yan de li Nisêbîna Mêrdînê hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewleta Tirk (DGM) a Amedê bi îdîaya "xirakirina yekparetiya dewletê" cezayê muebedê lê birrîbû. Karakaş ê ku di 33 saliya xwe de hat girtin, di 63 saliya xwe de ji hepsê derket.
Piştî ku Karakaş hat berdan wî yekser berê xwe da Nisêbînê. Endamên MED TUHADFED´ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP, DBP û Partiya Çep a Kesk û xizmên Adnan Karakaşî bi karwanekî wesaîtan çûn pêşwazîkirina wî. Bi karwanê wesaîtan jî vegeriyan navenda Nisêbînê.
Li mala xizmên xwe ya li taxa Selahedîn Eyûbî, xelkê ew bi çepik û lîrandinê pêşwazî kir. Paşê Karakaş û yên pê re kevokên spî firandin.
MÊRDÎN