Piştî 30 salan ji hepsê derket

În 8 Tîrmeh 2022 - 22:30

  • Li girtiyê nexweş Fesîh Coşkun cezayê muebeta girankirî hatibû birrîn, û ev 30 sal bûn di hepsê de bû. Ew doh ji hepsê hat berdan.

Li girtiyê nexweş Fesîh Coşkun cezayê muebeta girankirî hatibû birrîn, û ev 30 sal bûn di hepsê de bû. Ew doh ji hepsê hat berdan.

Girtiyê nexweş Fesîh Coşkun di Hezîrana sala 1992’yan li Melezgir a Mûşê hate girtin û cezayê muebbeta giran lê hat birrîn. Coşkun 37 salî ketibû hepslê û 67 salî ji hepsê derket. Coşkun, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû, cezayê wî yê muebbeta girankirî 30 salan piştre xelas bû. Coşkun, herî dawî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Afyonê hatibû kirin û li wir hate berdan. 

Malbat û xizmên Coşkun li pêşiya girtîgehê ew pêşwazî kirin û ber bi Melezgirê ve ketin rê.

AFYON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.