Piştî 30 salan hate berdan
Şemî 20 Gulan 2023 - 01:09
Girtî Fevzî Aktaş, piştî 30 sal û 6 mehan ji Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê hate berdan, li bajarê xwe Mêrdînê bi çepikan hate pêşwazîkirin.
Fevzî Aktaş, sala 1993’yan ji ber xebatên xwe yên siyasî li Mêrdînê hatibû girtin û Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê cezayê muebbedê lê birrîbû. Aktaş piştî ku du caran li ser hev 3 mehan înfaza wî hat betalkirin, hate berdan. Aktaş bi awayekî girseyî ji aliyê malbat û xizmên xwe ve hate pêşwazîkirin bi rêya bejahiyê çû Stenbolê û ji wir jî bi balafirê doh çû bajarê xwe Mêrdînê.
Bi sedan kes li ser banga MED TUHAD-FED’ê li ber Balafirgeha Mêrdînê kom bûn, bi tilîlî û çepikan Aktaş pêşwazî kirin.
Aktaş, pişt re çû Şemrexê cem malbata xwe.
MA/MÊRDÎN