Piştî 22 mehan cenaze dan

Pêncşem 1 Tîrmeh 2021 - 04:02

Gerîlayê HPG'ê Hîkmet Eren Cotmeha 2019'an li navçeya Dêrikê ya ser bi Mêrdînê di şer de şehîd bûbû. Dewleta Tirk piştî 22 mehan cenaze da malbatê. 
Cenazeyê Hîkmet Eren, piştî ku encama DNA'yê diyar bû di 29'ê Hezîranê de radestî malbata wî hate kirin.

Li Goristana Bêkesan veşartibûn

Cenazeyê şehîd li Goristana Bêkesan a navçeya Artûklû ya Mêrdînê hatibû veşartin. Malbatê cenaze ji wir wergirt û bir Goristana gundê Gundikê yê navçeya Qoserê. Jendermeyan dor li goristanê girt û tenê destûr da ku endamên malbatê tevlî merasîma veşartina cenaze bibin.

MÊRDÎN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.