Tora Mafên Mirov a Kurdistanê diyarkir ku girtiyê Kurd ê bi navê Enwer Xizrî yê ji bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê, piştî 14 sal di girtîgehê de ma pêr ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin. Di daxuyaniyê de tê gotin Enwer Xizrî bêyî ku were agahdarkirin û hevdîtina dawî li gel malbata xwe de bike, li girtîgeha Kerec hat bidarvekirin. Her wiha hat diyarkirin ku metirsiya bidarvekirinê li ser girtiyek din ê Kurd ê bi navê Xesrew Beşaret heye û ew pêr veguhestine hucreya take kesî ya girtîgehê.
NAVENDA NÛÇEYAN