Piştgiriyeke radîkal ji bo ciwanan

Pêncşem 6 Çile 2022 - 22:18

  • Tevgera Radical Solidarity (Piştgiriya Radîkal) ji bo 4 ciwanên Kurd ên li Holandayê girtî çalakiyan organîze dike. 

Tevgera Radical Solidarity (Piştgiriya Radîkal) ji bo 4 ciwanên Kurd ên li Holandayê girtî çalakiyan organîze dike.

Çalakiyên ku 2´yê Çile dest pê kirin wê heta 9´ê Çile dewam bikin. 

Vê tevgerê îlhama xwe ji Şoreşa Rojava girtiye, û di heman demê de sûcên şer ên dewleta Tirk jî teşhîr dike. 

Ciwanan 3’yê Kanûna bihurî ji ber ku Rêxistina Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî (OPCW) beramberî dewleta Tirk a sîlehên kîmyewî bi kar tîne, bêdeng ma, çalakiyek li ber û li nav avahiya wê li dar xist. Di çalakiyê de polês şideteke zêde bi kar anî û 44 ciwan jî kirin nezaretê. Ji wan ciwanan 4 hîna girtîne û bi îdîayên derew tên dadgehkirin. 

Tevgera Radical Solidarity ji ber vê yekê hefteya çalakiyan plan kir. Tevgerê banga beşdariya çalakiyên mayî li xelkê kir. Di afîşên xwe de jî tevgerê peyama, di destê dewletê de kes bi tenê nîne, da.  

Çalakî wê dewam bikin

Di daxuyaniya xwe ji bo hefteya çalakiyan Tevgera Radical Solidarity got, “Em şideta zêde ya polês a li dijî çalakiya îtaetnekirina sivîl rûreş dikin û li ber vê pêvajoya kelevajî ya dadgehê radibin. Divê her kes destekê bide têkoşîna li dijî sûcên şer.’’

Piştî afîş û daxuyaniyê, li gelek bajaran bi heman naverokê pankart hatin daliqandin. Pankartên li ser wan nivîsandî ‘Xwepêşandêrên li avahiya OPCW´ê berdin’ û ‘Sîlehên kîmyewî li dijî Kurdan rawestînin’ li deverên navendî yên Amsterdamê jî hatin daliqandin.

Îro jî Tevgera Radical Solidarity li Den Haagê li ber avahiya Wezareta Karê Hundir çalakiyeke protestoyî li dar dixe û dixwaze ku ciwanên Kurd ên girtî bên berdan. Ji tevgerê Max Onderdijk got, “Hevrêyên me 23´yê Sibatê derdixin dadgehê. Ji bo ku wê rojê jî em çalakiyeke navendî li dar bixin li ber avahiya dadgehê, me dest bi xebatên xwe kir.”  

AMSTERDAM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.