Piştgiriya gel a ji bo QSD’ê

Şemî 4 Çile 2025 - 03:05

Berxwedana ku şervanên YPJ û QSD’ê li eniyên Tişrîn û Qereqozaqê dimeşînin bandorek mezin li ser gelên herêmê çêkiriye, lewma welatî jî li gorî derfetên xwe tevlî seferberiyê dibin. Yên ku dikarin çekan hildigirin û di eniyên parastinê de cih digirin. Beşek jî alîkariyê dikin. Li bajarê Kobanê jî, komunên taxan xwarinan amade dikin û destek didin şervanan. Ji destpêka berxwedanê ya Tişrîn û Qereqozaqê (8 Kanûn 2024) ve her roj komunek xwarinê amade dike û dide şervanan. Derdora 25 malbatên endamên Komîna Şehîd Fîras jî xwarin amade kir û li şervanan belav kirin. Piştgiriya gel a ji bo şervanan didome.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.