Piştgiriya bi cotkaran re

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 15 Tîrmeh 2024 - 00:19

Gerînendetiya Çandiniyê ya Girê Spî destekê dide cotkaran

Gerînendetiya Çandiniyê ya Meclisa Bajarê Girê Spî dest bi piştgiriya cotkaran kir. Gerînendetiyê diyar kir ku ji ber kêmbûna mazotê, piştgiriya wan dereng dest pê kiriye.

Gerînendetiya Çandiniyê ya Meclisa Bajarê Girê Spî, piştgiriya çandiniya pembo daniye pêşiya xebatên xwe. Ji ber ku nikare piştgiriya berheman bi giştî bike. Gerînendetî bi rêjeya ji sedî 15`ê rûbera ruxsetgirtî ya pembo dest bi belavkirina mazotê li cotkaran bi hezar û 500 lîreyî ji her lîtreyekê re kiriye.

Her wiha gerînendetî, bi rêjeya ji sedî 20 ji rûbera ruxsetgirtî ya berhemên wekî garis, zebeş û kuncî mazotê li cotkaran bi 4 hezar û 700 lîreyî belav dike. Li gorî daneyên gerînendetiyê ku li ser bingeha rêbazên avdanê û jeneratoran amade kiriye, rûbera ruxsetgirtî ya pembo 8 hezar û 357 donim e (li Eyn Îsa, Silûk, Hîşeyê). Cotkaran dest bi wergirtina parên xwe yên mazotê kiriye. El Omer îşaret pê kir ku piştî hedefgirtina saziyên petrolê ji aliyê dewleta Tirk ve, mazot kêm bûye û bi awayekî rasterast bandor li plansaziya çandiniyê kir. Ji ber wê, mazot dereng hate belavkirin. El Omer destnîşan kir ku ew ê li gorî derfetên xwe piştgiriya cotkaran berdewam bikin.

ANHA/EYN ÎSA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.