Piştgirî û yekîtiya peykerên Lorenzo Quinn

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 21 Adar 2022 - 22:09

  • Ev 30 sal çêbûn ku Lorenzo Quinn, bi berhemên xwe yên hunerî bala xelkê dibe ser hunerê xwe. 

Ev 30 sal çêbûn ku Lorenzo Quinn, bi berhemên xwe yên hunerî bala xelkê dibe ser hunerê xwe. Wî li gelek deverên dinyayê peyker çêkirine û peykerên wî navdar in. Lorenzo Quinn, kurê lîstikvanê navdar Anthony Quinn e û dibêje, atmosfera nav malbatê kiriye ku ew bêhtir li ser huner bifikire û biafirîne. 

Peykersaz Lorenzo Quinn bi peykerên xwe yên li Venedîkê, nexasim jî yên li ser Kanala Venedîkê û yên li meydanan, tê naskirin. Peykerê wî yê bi navê “Support” (Piştgirî) yek ji van peykeran e. Quinn ji bo Venedîkê dibêje, “Venedîk bi salan e weke bajarekî li ser avê îlhamê dide çandên dinyayê. Ji bo karibe vê yekê dewam bike, divê nifşên niha û yên siberojê pişgiriyê bidin vî bajarî. Ji lewre guherîna avûhewayê û wext vî bajarî ber bi rizînê ve dibin.”

Ew bi vê yekê bawer e ku mirov dikare bi riya huner hin peyamên erênî û baş bide dinyayê û ji ber vê yekê peykerên bi mane çêdike. Peykerê wî yê herî dawî jî nîşaneya piştgiriyê ye. Ji bo yekîtî û bihevrebûnê îfade bike, destên ku bi hev digirin çêkirine. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.