Li Elmanyayê, 71 parlamenterên Meclîsa Eyaletê ya Hambûrgê deklarasyoneke hevpar weşandin û ragihandin ku ew bi HDP'ê re ne. 

Parlamenterên ji 4 partiyên li Meclîsa Eyaletê ya Hembûrgê koma xwe hene, bi sernavê "Divê Tirkiye ji vekişîna ji Peymana Stenbolê vegere, cihê parlamenteran parlament e; ne girtîgeh e" deklerasyonek weşandin.

Deklarasyon bi pêşengiya ji Koma Meclîsê ya Partiya Keskan Mîrîan Block, ji Koma Meclîsê ya Partiya Çep Cansû Ozdemîr û ji Koma Meclîsê ya SPD'ê Alî Şîşmeşk hate amadekirin. Di deklarasyonê de hate destnîşankirin ku ew bi HDP'ê û hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê re ne.

Parlamenterên Elman bi bîr xistin ku Tirkiye bi biryarnameyeke Serokkomarê Tirk Erdogan ji Peymana Konseya Ewropayê ku weke Peymana Stenbolê tê naskirin vekişiya ye û gotin, "Sala 2011'an bi yekdengiya li parlamentê ev peyman hate qebûlkirin. Vekişîna ji vê peymanê tê wateya nenaskirina biryara parlamentê."

Di deklerasyonê de hate ragihandin ku wekîltiya Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû hate betalkirin, piştre hate binçavkirin û li duyemîn partiya herî mezin a muxalefetê li HDP'ê doza girtinê hate destpêkirin û ev bang hate kirin: "Bi navê wekîlên eyaleta Hambûrgê em piştgiriyê didin tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê. Em dixwazin ku Tirkiye li Peymana Stenbolê vegere û vê peymanê bi xurtî bi cih bîne. Doza girtinê ya ku li dijî HDP'ê hatiye destpêkirin, em bi tundî şermezarkirin. Em dixwazin ev doza li dijî HDP'ê tavilê bê betalkirin û yên ku ji ber sedemên siyasî hatine girtin tavilê bên berdan."

NAVENDA NÛÇEYAN