Piştevanî ceza kirin
În 26 Sibat 2021 - 16:40
Li Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Elîf Haran, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birrîn.
Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Elîf Haran bi îdîaya "endametiya rêxistinê" li Amedê hate dadgehkirin.
Di rûniştina biryardanê de ya li 10’an Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Haran hate birrîn.
Haran tevlî rûniştinê nebû, parêzerê wê Mehdî Ozdemîr amade bû.
Karên Haran ên li nava Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinê ya Rosa weke sûc hate nîşandan.
AMED