Midûrê Nehiya Sinûnê Xwedêda Çûkê diyar ku ger hikûmeta Iraqê û hikûmeta Hewlêrê piştgiriyê nedin dewleta Tirkiyeyê, negengaz e dewleta Tirkiyeyê wisa hêsanî ji bo êrişkirinê gefan li Şengalê bike û got; “Ger ku dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê li ser herêma me hebe, wê berxwedana me jî bersiv bide.”
Têkildarî gefên dewleta Tirkiyeyê yên li ser Şengalê Midûrê Nehiya Sinûnê Xwedêda Çûkê bal kişand ser piştgiriya dewletên zirhêz a ji bo dewleta Tirk a dagirker û got: “Dewleta Tirk bi piştgiriya dewletên zirhêz, sînor nehiştiye û êrişî her cihekî dike. Çi dera bixwaze êrişî wê derê dike. Wek ku di herêmê de kes nemaye wisa tevdigere. Vê hêza xwe jî piranî ji Neteweyên Yekbûyî digre. Neteweyên Yekbûyî jî, ji bo meslehetên xwe li hemberî êrişên dewleta Tirkiyeyê bêdeng dimîne.”
Midûrê Nehiya Sinûnê Xwedêda Çûkê got, ger ku siyaseta dewleta Iraqê û hikûmeta Kurdistanê piştgiriyê nedin dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan, wê wisa bi asayî nekaribe gefan li Şengalê bixwe û got; “Divê gelê herêmê vê siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirkiyeyê qebûl neke. Dewlata Tirk armanca wê ne tenê Şengal e, ji bo xweyalên bapîrên xwe Osmaniyan bi cih bîne, ji Rojava, Mûsil, Kerkûk û heta Başûrê Kurdistanê armanca dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê ye.”
ROJNEWS/ŞENGAL