BESNE ŞEMO / ANHA / QAMIŞLO

Cotkarê ji gundê Şebek ê bajarê Çilaxayê yê kantona Cizîrê Ehmed Hesen xwedî 6 donimên zeviyên çandiniyê ye.

Li herêma ku erda Ehmed Hesen lê ye, xwedî axeke dewlemend e û ava binerd lê zêde ye. Her wiha li wê deverê gelek cureyên darên fêkî û sebze tên çandin. Ehmed Hesen, beriya di baxçeya xwe de bixebite, li Lubnanê bû. Hesen di sala 2020ˊan de vegerî gundê xwe û dest bi karê xwe kir. 200 darên sêv, purteqal, lîmon, çeftelî, manga, fistiq helebî, gûz, behîv, tirî, zeytûn, hejîr, kerez, mişmiş û hinar çandin. Li kêleka wê jî sebze û firêz (çîlek) çandin. Hesen destnîşan kir ku destpêkê 5 şitilên firêzan çandine, piştî 5 salan ew zêde kirine.

Ehmed Hesen rojane firêzan li sûkên herêmê difiroşe û hin caran digihêje 70 kîloyan, li kêleka wê jî mişmiş, kerez û xoxan li sûkan difiroşe. Her wiha Hesen enanans jî li baxçeyê xwe çandine. Hesen got ew dixwaze her kes pişta xwe bide berhemên li herêmê û rêbaza xwetêrkirinê li herêmê hebe. Bi wê re herêm di aliyên cureyên çandiniyê de dewlemend dibe û buha dadikevin. Hesen di dawiyê de anî ziman ku gelek cureyên çandiniyê li herêmê tên çandin, ji ber ku axa wê dewlemend e û avhewayê wê baş e, lê tenê girîngîdayîn pêwîst e.