Pişta gerîla digirin
Pêncşem 19 Gulan 2022 - 22:30
- Li Kobanê ciwanên PYD’ê bi meşekê piştgirî da berxwedana gerîla. Endamên saziyên sivîl, ciwan û gelê herêma Firatê jî tev li meşê bûn.
Li Kobanê ciwanên PYD’ê bi meşekê piştgirî da berxwedana gerîla. Endamên saziyên sivîl, ciwan û gelê herêma Firatê jî tev li meşê bûn.
Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir û heta Qada Şehîd Egîd dewam kir. Dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla" û "Bimire xiyaneta mala Barzanî” hatin gotin.
Beriya ku meş dest pê bike, li ser navê ciwanên PYD’ê Wedhê Hemzê daxuyanî xwend û diyar kir ku dewleta Tirk bi salan e êrişî Kurdan dike û bi hezaran mirov qetil kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em di pêvajoya man û nemanê de ne, ji bo wê dewleta Tirk ya dagirker bi malbata Barzanî re êrişan dibe ser çiyayên azad û gelê Kurd."
Hat diyarkirin ku bi rojan e dewleta Tirk bi çekên kîmyewî êrişan dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, lê gerîlayên azadiya Kurdistanê bi ruhê seferberiyê têdikoşin û berxwedaneke pir xurt raber dikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên li dijî gerîla girêdayî hev in. Ji ber vê yekê em ê wek ciwanên PYD’ê xwedî li berxwedana gerîla derkevin.”
ANHA/KOBANÊ