Pirtûkxaneya gerok li Romayê şemiya bihurî li meydana S. Giovanni de Matha hate danîn. Li pirtûkxaneyê gelek pirtûkên Rêberê Abdullah Ocalan ên bi Îtalyanî hatin nasandin. Li pirtûkxaneyê pankart û al hatin hildan û bi navê Komîteya Kurd a Romayê û Rete Kurdistan, qisekeran qala tecrîdkirina Ocalan kir.

Pirtûkxaneya seyar a Ocalan li Swîreyê jî ji Luzernê dest bi gera xwe kir. Kitêbxaneya seyar, tevî kitêbên Ocalan ên li Fransî, Elmanî, Îtalî û Ingilîzî wergerandî wê 12 rojan li gelek bajaran bigere.  

Li bajarê Swêdê Malmoyê jî ji bo pirtûkên Ocalan dezgeh hat danîn.

Kurdistanî li qada Mollenvagstorgetê hatin ba hev û ji bo protestokirina tecrîdkirina Ocalan çalakiyek li dar xist û kitêbxaneya seyar jî li vê meydanê bû. Doh jî kitêbxaneya seyar a Ocalan li bajarê Goetburgê bû li Meydana Gostaf Adolf. Li cihê kitêbxaneya seyar danî, Kurdistaniyan komploya navneteweyî jî rûreş kir. ROMA/MALMO