Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a rojavayê Dêraozrê bi dirûşma “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo cenga azadiyê bi ser bixin” çalakiya pirtûkxaneya gerok dest pê kir.
Bi armanca belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan û têgeha xwendina pirtûkan, li rojavayê Dêrazorê çalakiya pirtûxaneya gerok dest pê kir.
Di roja yekemîn a çalakiyê de, di otobusê de, parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan li bajarokê El Kesra yê rojavayê Dêrazorê hatin pêşandan.
Otobus, li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a bajarokê El Kesra rawestiya, endamên saziyên leşkerî û sivîl, Kombûna Jinan a Zenûbya, Yekitiya Jinên Ciwan û gelek xelkê wir, beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de hevseroka Meclisa herêma rojavayê Dêrazorê Şeyma El Şêx axivî û got, “Siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, giş bi armanca têkbirina vîn û berxwedana wî ye.”
Şeyma got, “Lê belê vîna gelan û berxwedana Rêbertî, ji hewldanên dagirkeriya Tirk mezintir e. Ew nikare vîna Rêbertî û me bişikîne.”
Di dawiya çalakiyê de, parêzname û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li beşdaran hatin belavkirin.
Çalakiya pirtûkxaneya gerok li herêma Sewr a bakurê Dêrazorê jî doh dewam kir.
ANHA/DÊRAZOR