Pirtûkên Ocalan weke diyarî belav dikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 21 Cotmeh 2024 - 00:12

Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an ku 15ˈê Cotmehê (2024) hatibû vekirin, di roja dewam dike. 

Di pêşangeha ku zêdetirî 143 hezar pirtûkên bi zimanên Kurdî (kurmancî, soranî), Erebî, Tirkî, Îngilîzî, Rûsî, Fransî, Suryanî, Ermenî û Almanî tên pêşandan de, yek ji pitûkên ku herî zêde eleqe tê nîşandan, parazname û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan in.

Pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê Weşanxaneya Şilêr, Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan û Pirtûkxaneya Amanî ve hatine amadekirin û tên belavkirin.

Di standên her sê weşanxaneyan de, paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan yên bi navê, “Parastina Gelekî”, “Şaristanî”, “Şaristaniya Kapîtalîst”, “Sosyolojiya Azadiyê”, “Di Rojhilata Navîn de Qeyrana Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk”, “Parastina Kurdên di bin Pencên Qirkirina Çandî de/ Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk”, her wiha nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser mijarên, “Ekolojî”, “Jineolojî”, ”Çawa Bijîm”, “Tezên Azadiyê”, ”Li Kurdistanê Pirsgirêka Kesayetê”, “Evîna Kurd” û “Li Tirkiyeyê Pirsgirêkên Demokratîkbûnê, Li Kurdistanê Modelên çaraseriyê” tên pêşandan.

Pirtûkên ku bi zimanê Kurdî (zaravayê Kurmancî û Soranî), Erebî û Tirkî hatine amadekirin, wekî diyarî li kesên ku serdana pêşangehê dikin tên belavkirin. Di 6 rojên pêşangehê de bi sedan pirtûk hatine belavkirin.

Pêşangeh îro bi dawî dibe.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.