Fuara Pirtûkan a Kurdî di roja duyemîn de berdewam kir. Pirtûkên nivîskarên girtî Aryen Dag û Zerrîn Yilmaz hat îmzekirin.
Fuara Pirtûkan a Kurdî ku ji aliyê Şaredariya Êlihê, Komeleya ziman, Lêkolîn û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) û Egîtîm Senvê ve hat organîzekriin û wê heta 20’ê cotmehê bidome, di roja duyemîn de berdeawm kir. Li Parka Ataturk stand hatin vekirin û gotûbêj pêk hat. Gotûbêj bi sernavê ‘Têkiliya wêjeya klasîk û modern’ pêk hat û moderatorî jî Kamuran Demîr kir. Di gotûbêjê de nivîskar Dilbîrîn Dîlo jî axivî. Dîlbirînê der barê pirtûka Senfonîka de nirxandin kir û got nivîskarê pirtûkê ji Cîgerxwîn û Arjen Arî bandor bûye.
Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk pirtûka nivîskar Aryen Dag ya bi navê “Gavên Ewil” û ya nivîskar Zerîn Yilmaz a bi navê "Beyaz Kurt" îmze kir.
ÊLIH