- Beriya niha jî romana wî ya bi navê “Tazî” ji Weşanxaneya Aryenê derçûbû.
Weşanxaneya Aryenê pirtûkeke nû ya bi navê “Rêzan û Çolo” çap kir.
Pirtûka nû ya “Rêzan û Çolo” ji çîrokên Roger Sozdar pêk tên. Nivîskar Roger Sozdar beriya niha jî romana bi navê “Tazî” nivîsandibû û roman jî ji Weşanxaneya Aryenê derçûbû.
Beşek piçûk ji çîrokên “Rêzan û Çolo” wiha ye;
“Ew gundê ku em ava dikin tê bîra te?”
“Erêê!”
“Ha li wî gundî her kes kincên bi vî rengî li xwe dike.”
“Çima”
“Li wir her der kesk e. Lewma me got em jî di renge xwezayê de bin.”
Rêzan xwe di hundirê wan kincan de xeyal kir. Dû re Çolo. Dema wêneyê Çolo hat ber çavên wî keniya. Ji cihê xwe rabû û kefiya Nadyayê li xwe pêça. Got, “Vê carê ez jî dikarim bi were werim?” Ristem got, “Hê na. Ji ber ku ew gund bi pirranî jî ji zarokan re surprîz e.”
NAVENDA NÛÇEYAN