Pirtûka qedexe niha herî zêde tê firotin!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 20 Kanûn 2022 - 01:15

Romana bi navê “1984” (Hezar û nehsed û heştê û çar” ya George Orwell ku demek dirêj li Rûsyayê qedexe bû, sala 2022’an weke pirtûka herî zêde hatiye daxistin û xwendin hate neqandin. Xelkê Rûsyayê ji platformên dijîtal xwe gihand vê pirtûkê û ew kirî.

George Orwell di romana xwe de behsa rejîmeke çewisîner dike. Wî piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, ango sala 1949’an ev roman nivîsandibû. Romana “1984” heta sala 1988’an li Rûsyayê qedexe bû. Piştî Yekîtiya Sovyetê hilweşiya û bi şûnde qedexeya li ser pirtûkê hatibû betalkirin. 

Di romanê de serokekî bi navê “Big Brother” (Biraderê Mezin) heye. Rejîma bi navê “Partî” qontrol dike û tiştên dixwaze bi xelkê dide kirin. Di romanê de kesekî ku dibin bandora “partî”iyê de dimîne heye û em rêwîtiya wî kesî dişopînin.

Di romanê de dirûşmeya partiyê wiha ye; “Şer aştî ye, azadî koletî ye û cahiltî hêz e.” Her wiha peyva “Biraderê mezin te dişopîne” ya ku di pirtûkê de derbas dibe jî yek ji wan peyvên herî bi hêz e ku mohra xwe li wêjeyê daye.

MOSKOV

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.