Pirtûka ‘Nan û Xwê’ îmze kirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 23 Sibat 2024 - 00:03

Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê li navçeya Tirbespiyê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê şahiya îmzekirina pirtûka bi navê " Nan û Xwê " ya nivîskar Siyamend Hisên Ibrahîm li dar xist.

Şahî li bexçeya Kongra Star bi beşdarbûna endamên Yekitiya Rewşenbîran, mamosteyan hate destpêkirin. Di şahiyê de berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê axivî.

Nariman got: "Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê me wek dîwana wêjeyê ev pirtûka nivîskar Siyamend Ibrahîm, îmze û çap kir. Ji ber ku zimanê me zimanê dayikê ye û herî dewlemend e."

Di dawiyê de nivîskar Siyamend Hisên Ibrahîm naveroka pirtûka xwe ya bi navê ˊNan û Xwêˊ ji endamên ku hazir bûne re şîrove kir.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.